Hewlêr (Rûdaw) - Li 5 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdstanê ji ber berf û mercên neyînî dibistan rojekê hatin girtin.
Barîna berfê û daketina pileya germê li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye sedema girtina dibistanan.
Li parêzgehên Wan, Erzingan û Erdehanê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Ordu û Artvînê yên Tirkiyeyê ji ber barîna berfê rojekê navber dan perwrdeyê.
Li navçeyên Rêya Armûşê, Artemêt û Tûşbayê yên Wanê ji ber barîna berfê û bandorên neyînî yên keşûhewayê dewama dibistanan hat rawestandin.
Li navçeya Moseyê ya Erzindganê ji ber berfê rojekê dibistan hatin girtin.
Li navçeya Posofê ya Erdexanê jî ji ber barîna berfê dibistan hatin girtin.
Pêleke berfbarînê hejmarek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dike.
Ji ber berfê rêyên gund û navçeyan tên girtin û astengî di çûn û hatinê de çêdibin.
Her wiha li wan bajarn di heman demê de karmendên hikumî yên du canî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet wekî mohlet hatin qebûlkirin û dê îro neçin ser kar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse