Serok Barzanî: Şehîdbûna ji bo xak û niştiman serbilindiya herî mezin e

28-11-2021
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdên Pêşmergeyên ku di êrişa DAIŞê de şehîd bûne, xwest û got: “Şehîdbûn û qurbanîdana ji bo xak û niştiman şanazî û serbilindiya herî mezin e."

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve, ji du aliyan êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Mesûd Barzanî di derbarê êrişa DAIŞê de payemek belav kir û got “Mixabin di encama êrişa terorîstên DAIŞê ya şeva borî li Kuleco de, beşek ji pêşmergeyên me ku li ser erka xwe ya pîroz bûn, şehîd bûn û hinek jî birîndar bûn.”

Serok Barzanî di hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdan û şifaya ji bo birîndaran xwestû dibêje “Şehîdbûn û qurbanîdana ji bo xak û niştiman şanazî û serbilindiya herî mezin e. Bi hezaran silav li giyanê şehîdên şerê DAIŞê û doza azadiya Kurdistanê.”

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst