Berdevkê Pentagonê da zanîn ku DAIŞ hatiye têkbirin lê hîn jî metirsiya wê berdewam dike.
Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder diyar kir Pêşmerge berdewam beşeke cudanekirî ya hewldanên têkbirina DAIŞê bûye.
Patrick S. Ryder anî zimên ku HSD di şerê li dijî DAIŞê de gelekî pêbawer e û ew dê pêwendiyên xwe yên bi HSDyê re bidomînin.
Patrick S. Ryder li ser Îranê got, “Bê guman Îran gefeke berdewam e li ser îstiqrara herêmê bi giştî.”
Berdevkê Pentagonê bal kişand ser DAIŞiyên ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê dimînin û got:
“Bi baweriya min yek ji warên herî metirsîdar, ew hejmara mezin a girtiyên DAIŞê ye ku li Kampa Holê ne.”
Patrick S. Ryder bal kişand ser armanca hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pê de çû:
“Li Sûriyeyê hêzên Amerîkî bi hevkarên xwe re dixebitin da ku piştrast bibin ku DAIŞ ji nû ve dernakeve.”
Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder, pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin:
Rûdaw: Zor spas general, ji bo vê derfetê.
Patrick S. Ryder: Zor spas ji bo wê mêvandariyê.
Rûdaw: Bila em ji vê yekê dest pê bikin. We di meha kanûna paşîn a îsal de, dest bi civînên Komîteya Bilind a Leşkerî li gel Hikûmeta Îraqê kir, tu dikarî ji me re bibêjî hûn di van civînan de gihîştine kû derê? We heta niha ti encameke berbiçav ji van civînan bi dest xistiye?
Patrick S. Ryder: Erê, bê guman. Pêşî wekî te behs kir, civînên Komisyona Bilind a Leşkerî ya Amerîka û Îraqê di meha kanûna paşîn de dest pê kir. Ev jî di encama gotûbêjên alîkariya ewlehî ya hevbeş a navbera Amerîka û Îraqê de bû ku di havîna sala 2023yan de hat sazkirin.
Nûnerên payebilind ên Amerîka û Îraqê vê hefteyê li Bexdayê civiyan. Em dê di vê navê de pêşveçûnê bidomînin. Bi taybetî, bi nêrîna min, wekî di daxuyaniyê de jî hatiye gotin, ev rê dide me ku em di pêvajoyeke sîstematîk de bimeşin ji bo ku komên kar çend tiştan binirxînin. Yekem, îro metirsiya DAIŞê çi ye? Her wisa, jîngeha operasyonên me niha çi ye?
Ji bilî vê û giringtir jî şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê çi ne? Loma, ev komên kar dikarin serkirdeyên bilind ên Îraq û Amerîkayê di warên sivîl, siyasî û leşkerî de agahdar bikin ji guhastineke rêkxistî ji hevpeymaniya navdewletî ji bo têkbirina DAIŞê ji bo peymaneke ewlehiyê ya dualî ya demdirêj, ne tenê li gel Amerîkayê lê li gel hemû welatên hevpeymaniyê ku di erkê şikandina DAIŞê de alîkar bûn.
Loma em dê van gotûbêjan berdewam bikin û çavê me li encamên wan e.
Bi baweriya min, ev tenê mînakeke ji wê têkiliya giring ku di navbera her du welatan de heye, her wisa karên ku tên kirin ji bo piştrastbûna ji pêşveçûna ewlehî û aramiya deverê.
Rûdaw: Ti demek ji bo bidawîanîn û bi encamgihîştina wan civînan hatiye diyarkirin?
Patrick S. Ryder: Bê guman, wekî ku tu dizanî, ew dê heta ku bigihîjin encamekê ji bo veguhastineke rêkxistî berdewam bikin. Ti demeke min a diyarkirî nîne ku ez îro ji te re bibêjim. Ji bilî ku em hemû giringiya vî karî dizanin xasma çimkî ev girêdayî berdewambûna Îraqê bi parastina serweriya xwe û parastina ewlehiya wî welatî ye.
Her wiha bi nêrîna Amerîkayê jî girîng e çimkî êdî em dikarin berdewam bin li ser pêşxistina pêwendiyên xwe li gel Îraqê û karkirina ji bo pêşvebirina ewlehiya deverê û aramiyê li tevahiya navçeyê.
Rûdaw: Tiştekî ku di dema çend mehên borî de me zêdetir ji serkirdeyên Îraqê bihîstiye, bi taybetî piştî 7ê Cotmehê, mijara vekişîna hêzên Amerîka ji Îraqê ye, di rastiyê de aliyên Îraqî li ser vê mijarê dabeş bûne, hinek daxwaza derketina hêzan dikin û hinek jî li gel mayîna hêzan e, ji ber ku gefên DAIŞê hene. Hûn dikarin ji me re bibêjin siyaseta Amerîkayê li ser vê mijarê çi ye? Hûn dê bimînin an jî ji Îraqê vekişin, plana we çi ye, helwesta we li ser vê yekê çi ye?
Patrick S. Ryder: Bê guman, dema ku behsa gotûbêjên navxweyî û siyaseta navxweyî tê kirin, bi rastî jî girêdayî hikûmeta Îraqê ye ku li ser wan biaxive. Pêgeha Amerîkayê di vê derbarê de ev e ku em Îraqê weke hevbeşekê dinirxînin, eşkere ye ku me her du aliyan heman berjewendî di ewlehî û aramiya navçeyê de heye, me her du aliyan berjewendiya hevbeş heye di piştrastbûna ji wêya de ku DAIŞ ew metirsiya çêkiribû, êdî nikaribe bike lê di heman demê de divê em bizanin ku hêj metirsî maye lê belê di dawiyê de, artêşa Amerîkayê li wê derê ye, bê guman li ser vexwendina hikûmeta Îraqê, ji bo rahênana hêzên ewlehiyê yên Îraqê û di erkê têkbirina DAIŞê de lê careke din jî, ya ku Komîsyona Bilind ji me re dike ev e ku alîkariya me dike em çawan ber bi erkê alîkarîkirinê û peywendiyên ewlehiyê yên du alî û demdirêj ve biçin.
Loma ez naxwazim li pêş vê pêvajoyê bikevim lê di dawiyê de fokusa me li ser bi hev re karkirina ji nêzîk ve ye li gel Îraqa hevbeşa xwe, ne tenê ji bo wêya ku Îraqî hest bi aramî û ewlehiyê bikin lê belê ji bo careke din em bi hev re kar bikin ji bo pêşvebirina îstiqrar û ewlehiya li herêmê.
Rûdaw: General, du tişt li ser vêya. Yekem, ti daxwazeke fermî ya hikûmeta Îraqê gihîştiye we ji bo diyarkirina demekê bo vekişîna hêzên we? Ya duyem jî, gelo mijara man an vekişîna hêzên we beşek dibe ji gotûbêjên berpirsên Amerîkayê, bi taybet jî gotûbêjên Serokê Amerîkayê ligel Serokwezîrê Îraqê?
Patrick S. Ryder: Careke din bibêjim, ez agahdarî ti daxwazeke taybet nînim û tenê dibêjim, dibe ku te bihîstibe Serokwezîr tekezî li ser helwesta xwe kiriye, loma baştir e ku ji wî bipirsî lê belê Komîsyona Bilind a Leşkerî derfetek e ji bo encamdana wan gotûbêjan bi awayekî sîstematîk, ji bo lênêrîna wan sê warên ku min behsa wan kir, ku ev in: Gefa niha ya DAIŞê, jîngeha operasyonan û herwiha şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê.
Wekî tu agahdar î, hêzên ewlehiyê yên Îraqê ku hêzên Pêşmerge jî li xwe digire, roleke wan a girîng hebû di paşvebirina DAIŞê de. Bê guman hatiye têkbirin lê hîn jî metirsî maye.
Rûdaw: Dema em li ser Îraqê diaxivin, em dizanin ku Wezareta Parastinê ya Îraqê, Dije Terora Îraqê û herwiha hejmarek komên çekdar li Îraqê hene, beşek ji wan koman jî Îran piştevaniya wan dike û hinek ji wan jî ne di bin desthilata serokwezîr de ne, pirsa yekem, nirxandina we ji bo wan koman çi ye? Ya duyem jî ev e, hûn qet derbarê wan koman de li gel Îranê axivîne? Çimki ew kom pirsgirêkan ji we re, ji hikûmeta Îraqê re jî çê dikin û bûne gef li ser ewlehiya herêmê?
Patrick S. Ryder: Careke din, bi rastî ev tiştek e ku baştir wiha ye em ji hikûmeta Îraqê re bihêlin da ku li ser wan komên milîs biaxive ku li Îraqê hene. Tiştê ez dixwazim bibêjim ev e ku fokusa hêzên Amerîkayê li ser alîkarîkirina hikûmeta Îraqê û hêzên ewlehî yên Îraqê ye ji bo ku piştrast bibin ew hêzana şiyana wan heye ku berdewam bin li ser vêya ku rêgiriyê bikin DAIŞ careke din wek berê bibe gef.
Tu dizanî ku niha dehemîn salvegera êrişa DAIŞê ye di nav kûrahiya axa Îraqê de. Em rêzê li serweriya Îraqê digirin. Eşkere ye ku em dixwazin hevbeşeke binirx bin, loma em dê berdewam bin li ser vê fokusê.
Eger metirsî li ser hêzên me çêbibe, bê guman ji berpirsyariya me ye ku em berevaniyê li hêzên xwe bikin û wan biparêzin.
Ez dizanim û gelekî spasiya hêzên ewlehiyê yên Îraqê dikim ji bo parastina hêzên me. Bê guman em her dem li gel hevbeşê xwe yên Îraqî di gotûbêjê de ne ji bo ku em piştrast bibin ku hêzên me silamet in. Ev qasî dibêjim.
Rûdaw: We qet pêwendî bi Îranê kiriye ji bo ku pêşiya wan koman bigire da ku êriş nekin ser hêzên we, wekî me sala biorî dît ku çend caran li Herêma Kurdistanê û Îraqê êrişî hêzên we kir?
Patrick S. Ryder: Bê guman Îran gefeke berdewam e li ser îstiqrara herêmê bi giştî. Mixabin ew komên xwe yên proksî (komên serbixwe) bi kar tînin ji bo çêkirina bêbaweriyê û aloziyan û bi zelalî jî ji bo têkdana tevahiya herêmê. Ev ne pirsgirêkeke nû ye. Di salên biorî de me dît ku proksiyên Îranê wan corên êrişan pêk tînin û wekî amûrekê tên bikaranîn, da ku bandorê li wan encaman bikin ku bi dilê…
Rûdaw: Li ser vê mijarê we ti peyamek daye Îranê, bi rêya hikûmeta Îraqê, bi awayekî rasterast an jî nerasterast?
Patrick S. Ryder: Careke din bi baweriya min, peyama me ev e ku bala me li ser aramiya ewlehiya herêmê ye, herwiha xebata li gel hevbeşên me li wê navçeyê da ku em rê bidin xelkê bi aştî bijîn, ji bo ku rêz li serweriyê were girtin, herwiha ji bo ku coreke jîngehê were afirandin ku hemû xelk tê de bijîn lê eger gef li hêzên Amerîkayê were kirin û êrişî wan bê kirin, weke me di berê de jî nîşan daye, em dudilî nabin ji bo pêkanîna gavên pêwîst.
Rûdaw: Ev peyameke eşkere û giştî ye, gelo ti peyameke nihênî hebûye ji bo hikûmeta Îranê?
Patrick S. Ryder: Ez nikarim behsa gotûbêjên dîplomasiyê bikim.
Rûdaw: Gelekî baş e, mijareke din heye, dema em behsa ewlehiya Îraqê dikin, em dizanin ku DAIŞ hîn jî çalak e, li Îraqê û li Sûriyê jî, nirxandina we ji bo gefên DAIŞê di vê qonaxê de çi ye?
Patrick S. Ryder: Tu dizanî ku teqez DAIŞ niha ne di pêgeha sala 2014an de ye. Dema ku wan dest pê kir, hov bûn, êrişên wan li seranserê herêmê hebûn. Wekî min behs kir, ew di aliyê cografyayê de hatine têkbirin lê gefa wan li ser herêmê her maye.
Ji ber wê jî girîng e em li ser guvaşên xwe yên li ser serkirde û şiyanên DAIŞê berdewam bin da ku em rê ji dubare derketina wan bigirin. Bi baweriya min yek ji warên herî metirsîdar, ew hejmara mezin a girtiyên DAIŞê ye ku wekî dizanî li Kampa Holê ne. Loma Hevpeymaniya Navdewletî ji nêzîk ve li gel Îraqê û welatên din ên navçeyê kar kiriye ji bo ku eger ew girtî bo welatên xwe bên vegerandin, bandora wê bombeya demê kêm bikin, mebesta min kamp e.
Loma em dê berdewam bin li ser karkirina bi hevpeyman û hevbeşên xwe yên navdewletî re, di nav de jî hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Pêşmerge.
Rûdaw: Gelo ti amarek li cem te heye, yan hûn dizanin niha hejmara çekdarên DAIŞê li Îraq û Sûriyê çi qas e?
Patrick S. Ryder: Ti hejmarek li cem min nîne ku ez bidim te lê dem bi dem em raporên êrişên DAIŞê dibînin. Careke din dixwazin pesnê hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hêzên Dije Terorê bidim ku wan karekî baş kiriye di têkbirina DAIŞê de lê bi baweriya min em dizanin ku her wekî me li cihên din ên cîhanê wekî li Moskow û Afrîkayê jî dît ku DAIŞ hewl dide li çend cihan serî rake.
Ev rameneke pîs e û pêwîst e were çareserkirin. Bê guman kes naxwaze ya di sala 2014an de çêbû, careke din bibîne, dema DAIŞ 24 kîlometreyan li Bexdayê nêzîk bû û li derdora Hewlêrê bû, herwiha ew dîmenên kirêt ku me dîtin.
Rûdaw: Me li Îraqê, Herêma Kurdistanê jî heye, yekemîn tişt, gelo em dikarin behsa ast an awayê pêwendiyên we yên leşkerî li gel Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistanê bikin? Ya duyem jî nirxandina we ji bo pêvojoya reforma Pêşmergeyan çi ye, ku ew demek e li ser wê yekê bi wan re kar dikin û hûn dixwazin destên partiyan ji pêvajoyê derxînin, xwendina we ji bo vêya çi ye?
Patrick S. Ryder: Belê bê guman. Pêşmerge berdewam beşeke cudanekirî ji hewldanên têkbirina DAIŞê bûye. Teqez, wekî hûn dizanin wêrekî û şiyana Hêzên Pêşmergeyan baş xuya ye, bi taybet di şerê dijî DAIŞê de.
Tu dizanî dizanî, gelek mînak hene ku li vir behsa wan bikim li ser bandora wan a di wê kampanyayê de. Loma ev tiştekî girîng e. Wekî em dizanin, sala 2022yan Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihevkirinek îmze kir ku li wan rêyan digere ku Pêşmerge karibin di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de yekgirtî bin.
Herwiha ji bo berdewamiya alîkariyên bo Pêşmergeyan da ku ew hêz bi pêş bikeve û bibe hêzeke şerker a bihêz. Loma ew hewldan bi rijdî berdewam dikin.
Em gelekî kêfxweş in ku wan hewldanan berdewam dikin. Di roja dawiyê de, dema behsa Komîsyona Bilind a Leşkerî tê kirin, Pêşmerge jî dê beşek ji wê be. Herwiha beşek in ji gotûbêja alîkariya ewlehî ya hevbeş a di navbera Îraq û Amerîkayê de. Loma em rola Pêşmergeyan di aramî û ewlehiya herêmê de gelekî mezin dinirxînin. Bi taybeti jî wekî beşeke ji pêvajoya têkbirina DAIŞê.
Rûdaw: Di pêvajoya budceya sala 2025an de, we li gorî sala biorî daxwaza 138 milyon dolarên zêdetir ji bo Îraq û Sûriyê kiriye, di heman demê de em dibînin ew pereyê we ji bo mûçeyên Hêzên Pêşmergeyan daxwaz kiriye, bi awayekî berbiçav kêm bûye, tu dikarî li ser vê yekê bêtir hûrgiliyan bidî, sedem çi ye?
Patrick S. Ryder: Bi rastî di projeya budceya sala 2025an de, bi qasî ku dizanim, ew pereyê me ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Pêşmerge terxan kiriye, bi qasî 138 milyon dolaran zêde bûye.
Ya ku dibînî ev e, bi qasî 60 milyon dolarî ji wî pereyî ji bo mûçeyên Hêzên Pêşmergeyan diçe. Herwiha 58 milyon dolar diçe bo rahênan û çekdarkirina Hêzên Pêşmergeyan. Bi rastî ew pere, eger kongre dabîn bike dê alîkariya hevkarîkirina du lîwayên nû û bircên çavdêriyên yên zêdetir bike, herwiha dê alîkariya wan şiyanên sereke bide ku dibin sedema bihêzkirina pêgeha Kurd di têkbirina DAIŞê û bidestxistina aramî û ewlehiya herêmê de.
Rûdaw: Gelekî baş e, ev pirs li ser budceyê ye, sala biorî budceya Wezareta Parastinê dema birin kongreyê, di kongreyê de bendek lê zêdekirin ku ji Wezareta Parastinê dixwest sîstema dijemûşek ji Herêma Kurdistanê re dabîn bikin, gelo hun dê wê sîstemê ji Herêma Kurdistanê re dabîn bikin, di demekê de ku serok ew proje yasa di meha kanûna pêşîn a borî de îmze kir û bû yasa, yan jî hun dê çawa serederiyê li gel wê benda yasaya parastina niştimanî bikin?
Patrick S. Ryder: Belê, em dê berdewam bin li ser karkirinê da ku em piştrast bibin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge dê şiyana wan a pêwîst hebe, herwiha em dê bi aliyê Îraqî re li ser gotûbêjên xwe yên di vê derbarê de berdewam bibin.
Bê guman em dê berdewam bin li ser handana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gihandina vê peyamê di navxwe de lê em ducare rola girîng a Pêşmerge bilind dinirxînin. Ew jî dê beşeke giring ji wan gotûbêjan be.
Rûdaw: Hûn difikirin vê sîstemê ji bo rûbirûbûna gefên Îranê yan grûpên çekdar pêşkêş bikin?
Patrick S. Ryder: Niha ti tiştekî taybet di vê derbarê de nîne ku ez ragihînim lê careke din, tiştê ku ez dizanim şiyana rûbirûbûna dronên xwekuj mijarek girîng e ku em lê dinêrin, ew jî tevî karînên ku beriya niha min behsa wan kiribû.
Rûdaw: Pirsa min li ser Sûriyeyê ye, em dizanin ku hebûna we ya leşkerî li Îraqê alîkariyeke mezin e ji bo hêzên we yên li Sûriyeyê. Ji ber vê yekê ez dipirsim, çiqasî girîng e ku hêzên we li Îraqê bimînin ji bo piştgiriya armanca têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê?
Patrick S. Ryder: Girîng e ku em cudahiya di navbera tiştên ku hêzên Amerîkî li Îraqê dikin û yên ku li Sûriyeyê dikin de fêhm bikin. Li Îraqê hêzên me ji bo rahênan û şêwirmendiya hêzên ewlehiyê yên Îraqê û helbet li ser vexwendina hikûmeta Îraqê li wir in. Ji ber vê yekê hêzên ewlehiyê yên Îraqî yên ku bi rastî giraniyê didin şerê li dijî DAIŞê.
Li Sûriyeyê hêzên Amerîkî bi hevkarên xwe re dixebitin da ku piştrast bikin ku DAIŞ ji nû ve dernakeve. Ji ber vê yekê jîngeha wê hinekî cûda ye. Her wiha bê guman, hûn dizanin, ji bo piştgirîkirina komên wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi taybetî li zîndana Holê, ji bo ku ew cih were ragirtin û ew werin vegerandin. Ji ber vê yekê di wî warî de hinekî cuda ye lê bê guman ew hemû li ser karê stratejîk û girîngiya têkbirina DAIŞê ya herdemî radiwestin.
Rûdaw: Her derderbarê Sûriyê de, ev vê dipirsim, gelo pêwendiyên we li gel HSDyê çawa ne, paşeroja van pêwendiyan û bi taybetî di salên bê de dê çawa be, ji ber ku me gelek rapor dîtin ku behsa wê yekê dikin ku Amerîka bi niyaz e, yan jî plana wê heye ku ji Sûriyeyê vekişe. Hûn dikarin li ser vê mijarê hûrgiliyan bidin me, paşeroja pêwendiyên we li gel HSDyê dê çawa be, ev di demekê de ye ku hejmareke çekdarên DAIŞê yên zindanîkirî hene û vegerandina van çekdarên DAIŞê hîn jî metirsî ye.
Patrick S. Ryder: Belê, niha ku em li vir rûniştine, em hatine erkdarkirin û em dê erkê xwe bidomînin.
HSD di şerê li dijî DAIŞê de gelekî pêbawer e. Ji bo pêşdebirina erka têkbirina DAIŞê em dê pêwendiyên xwe yên bi wan re bidomînin.
Rûdaw: Dema me jî li ber temambûnê ye, ez dixwazim bibêjim, hûn çend caran hatine Herêma Kurdistanê.Hûn dikarin ji me re behsa serdana xwe ya yekem a Herêma Kurdistanê bikin. Behsa ezmûna xwe ya di wê serdanê de bikin?
Patrick S. Ryder: Bê guman. Serdana min a yekem bo Zaxoyê bû, di Kanûna Paşîn a 1995an de bû. Eger tê bîra we, wê demê rewşeke mirovî ya mezin hebû. Di wê demê de herêma dij-firînê li bakurê Îraqê û Herêma Kurdistanê hebû.
Derfeta min hebû ku herim serdana wê derê, hinek hêzên me bibînim ku alîkariya dikirin. Wê demê xelk gelekî dost û dilgerm bû.
Ew demeke gelekî taybet bû. di van çend salên borî de jî derfeta min çêbû ku ez careke din herim û bi taybetî herim Hewlêrê. Bê guman di dema operasyona şer li dijî DAIŞê de. Em li wir her tim bi dilekî vekirî hatin pêşwazîkirin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ev e ku dema Serokwezîrê Îraqê hefteya bê were Washingtonê, dê çi mijarên li ser maseyê bin û pêşbîniya we ji van hevdîtinan çi ye? Amerîka dixwaze ji van hevdîtinan çi bi dest dixe?
Patrick S. Ryder: Bê guman, em dikarin di dema wan hevdîtinan de bêtir biaxivin. Bê guman, ez dizanim ku wezîr Austin li hêviya dîtina Serokwezîr e ji bo gotûbêjkirina têkiliyên Îraq û Amerîka. Careke din Îraq hevkarekî hêja ye. Em gelekî spasdar in ji bo alîkariya wan di ewlehî û aramiya herêmê de û em li bendê ne ku ew alîkarî berdewam bin ji bo pêşxistina vê pêwendiyê.
Rûdaw: Gelekî Spas General ji bo hûn li gel Rûdawê bûn.
Patrick S. Ryder: Bi dilxweşî, spasxweş.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse