Cil û bergên destê jinên Kurd bo 4 welatên Ewropayê tên hinardekirin

28-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê ve kargeheke dirûna cil û bergan heye ku piranî jin têde dixebtin û cil û bergên wê bo gelek welatên Ewropayê tên şandin.

Hejmarek zêde jinên nîştecihên navçeyê li vê kargehê dixebitin ku mehane 100 hezar berheman çêdikin û van berheman jî bo welatên Ewropayê yên wek Almanya, Slovakya, Holanda û Polonyayê hinarde dikin.

Xwediyê Kompanyayê, Huseyin Taşkin dibêje, “Berhemên me penye ne û ji bo zarok,jin û mêraye. Em berhemên xwe ji bo 4 welatên Ewropayê hinarde dikin. Armanca me ewe ku sala bê em berhemanîna xwe 2 qat zêdetir bikin.”

Li kargehê ligel dirûtinê, qatên cilan tên utîkirin û di nav kîsikan de tên bicîkirin. Herwiha ji bo hinardeya welatên Ewropayê jî tên pakêtkirin.

Irem Barkin yek ji wan jinan e ku di kargehê de dixebite. Ew bi karkirina di kargehê de kêfxweş e û dibêje, “Ev nêzîkî 3 salan e ez kar dikim. Ez gelekî kêfxweşim ku li welatê xwe dikarim kar bikim. Li vê derê ji ber bêkariyê koçberiya derve zêde ye.”

Ayfer Ozdemir xebatkareka din a kargehê jî dibêje, “3 sal in ez li vê derê kar dikim. Em cilûbergê zarokan didrûn. Hem ji bo min û hem jî bo alîkariya malbata min ev kar gelekî baş e. Di her xulekekê de dikarim 2 cilan bidrûm.”

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, vê kargehê berî 4 salan bi 15 karkeran dest bi kar kiriye û niha di kargehê de 150 karker dixebitin ku 130ê wan jin in.

Ew dibêjin ji ber bêkariyê koça xelkê navçeyê bo parêzgehên Tirkiyê zêde ye û ji ber wan derfeta karkirina li welatê xwe dîtiye kêfxweşin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst