Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 3 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hatin destserkirin.
Li gor Ajansa Fermî ya Tirkiyê duh 27ê Cotmeha 2022ê hêzên ewlekariya Tirkiyê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de, li parêzgeha Êlihê avêtine ser çend navnîşanan û 3 endamên Encûmena Ciwanan ya HDPê bi hinceta “propagandeya rêxistinê” destserkirine.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin navên wan endamên HDPê Barış Avşar, Muhammet Sevaci ûFikret Soysal e.
Hat ragihandin ku kesên destserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Êlihê hatine birin û karûbarên wan ên yasayî berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse