Osmaniye - Îdiaya destdirêjiya li keçeke 14 salî: 16 kes hatin desteserkirin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Osmaniye Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Duzîçiyê ya parêzgeha Osmaniyeyê 16 kes bi îdiaya destdirêjiya li keçeke 16 salî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê hatine agahdarkirin ku li navçeya Duzîçiyê ya Osmaniyeyê gelek kesan destdirêjiya seksî li keçeke 14 salî kiriye.

Polîsan piştî agahdarkirinê keça 14 salî bir Rêveberiya Ewlehiyê û piştî wergirtina îfadeyên wê 16 kes desteser kirin.

Keça 14 salî di bin çavdêriya pedagokekî de îfadeya xwe da û tê pêşbînikirin ku di çarçoveya îfadeya wê de hejmara kesên desteserkirî zêdetir bibe.

Xelkê piştî belavbûna nûçeyê karvedan nîşan da û xwest ku kesên destdirêjî kiriye di demeke kurt de werin cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst