UNAMI: Divê demildest êrîşên Îranê yên li ser deverên Herêma Kurdistanê bên rawestandin

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan UNAMI Îran Êrîşên Îranê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de ragihand, divê demildest êrîşên Îranê yên li ser çend deverên Herêma Kurdistanê bên rawestandin.

Roja Çarşemê 28ê Îlona 2022, UNAMI li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser êrişên îro yên Îranê bo ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û dibêje “Dê encamên wêranker ên dîplomasiya mûşekbaranê hebin.”

UNAMI di berdewamiya peyama xwe de dibêje “Li Iraq û Herêma Kurdistanê jî di nav de, em nêrînên ku wek “hewşa piştê” nêzîkatî were kirin û bi awayekî rûtîn û serweriya cîranan binpê dikin, red dikin. Dîplomasiya mûşekan karekî bêsûd e û encamên wê wêranker hene. Divê demildest ev êrîş bên rawestandin.”

Ev peyama UNAMI di demekê de hat, ku ji sibeha îro ve çendîn caran hêzên pasdarên Îranê êrişî binkeh û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Koya, Zirgwêz û Şêrawa kirine. Herwiha ev çend roj in Îran baregehên van partiyan li navçeyên sînorî bombebaran dikin. 

Li gor amarên fermî heta niha 9 kes di encama êrişên mûşekî û firokeyên bêfirokevan ên Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê hatine kuştin û 32 kes jî birîndar bûne.

Piştî van êrîşan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê êrişan de daxuyaniyekê belav kir û tê de banga rawestandina van êrişan kir û got “Em van êrîşan şermezar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst