Endamekî Tevgera Azadî di êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest da

28-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tevgera Azadî Kifrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd ku bi navê Şemal tê naskirin îro Yekşemê di demjimêr 13:30an de li ber deriyê mala xwe ya li Kifrî ya Silêmaniyê di êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

Rêveberê Asayîşa Kifriyê Hîwa Elî ji Rûdawê re ragihand, heta niha nayê zanîn ku kê êrîşî Suheyl Xûrşîd kiriye û ti kes jî nehatiye girtin.

Tevgera Azadî ya nêzikî PKKê ev nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û got, “Suheyl Xurşîd ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kuştin.”

Li gor agahiyan, cenazeyê Suheyl Xurşîd ji bo otopsiyê birine Nexweşxaneya Kelarê.

Suheyl Xurşîd nivîskar û dîroknas bû û endamê Encûmena Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî bû, her wiha li Fermangeha Çandiniyê ya Kifriyê karmend bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst