Bavê Alan Kurdî: Derhênerê 'Aylan Bebek' bazirganiyê bi navê Alan dike

28-08-2019
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Alan Kurdî Aylan Bebek Ebdullah Kurdî Omer Sarîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bavê Alan Kurdî, Ebdullah Kurdî dibêje, derhênerê fîlma “Aylan Bebek” bêyî razîbûna wî fîlm li ser kurê wî çêkiriye û zanyariyên nav fîlmê ne li gor çîroka rastî ya bûyera mirina Alan e û tekez dike, “ez hest dikim wî derhênerî bêrêzî li min û zarokê min kiriye û li ser hesabê min û zarokê min bazirganiyê dike.”

 

Ebdullah Kurdî ji Rûdawê re ragihand, derhêner Omer Sarîkaya ji bo fîlma Aylan Bebek ti peywendî bi wî nekiriye û ruxset li wî wernegirtiye, herwiha navê Alan jî guhertiye, lewma ew ji çêkirina wê fîlmê û derhênerê wê gelek nerazî ye û naxwaze ku ew fîlm were nimayişkirin.

 

Alan Kurdî ew zarokê Kurd ê temen 3 sal bû, ku di 2ê Îlona 2015ê de termê wî li peravên Bodruma Tirkiyê hatibû dîtin, û tevî dayik û birayekî xwe li nav deryaya Egeyê xeniqîbûn.

 

Wê demê belavbûna wêneyê Alan Kurdî di demekê de ku xeniqîbû û rûyê wî li erdê bû, gelek li cîhanê deng veda û bû sedem ku berpirsên gelek welatên cîhanê û bi taybet ên Ewropayê, giringî bi rewşa koçberan bidin.

 

Bavê Alan Kurdî herwiha diyar kir, çîroka wê fîlma ku derhêner Omer Sarîkaya li ser zarokê wî berhem aniye, çîroka rasteqîn a jiyan û bûyera ku bi serê wan hatiye, nîne û dibêje: “Ji bo vê fîlmê derhênerê Tirk zanyarî ji xelkên din wergirtiye, eger niyetekî wî yê baş heba, çima têkilî bi min re nekir û zanyarî ji min wernegirt, ku çîroka rasteqîn a bûyerê li cem min e û bûyer hatiye serê min û malbata min.”

 

Ebdullah Kurdî herwiha ji Rûdawê re diyar kir, peyamekî wî ji bo derhênerê fîlma Aylan Bebek heye û got: “Ez ji wî derhênerî re dibêjim, bila xwe dane cihê min, gelo dikare qebûl bike wî karê niha li hemberî min kiriye, ez li hember wî bikim?”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de, Ebdullah Kurdî diyar kir, ew dixwaze li ser fîlma Aylan Bebek dozê li dijî derhênerê Tirk veke, lê ji ber hin sedeman ku naxwaze di dema niha de behsa wan bike, heta niha nekariye wî karî bike.

 

Li ser pirsa, ‘gelo ji bo ku hûn dozê li dijî derhênerê fîlma Aylan Bebek vekin, we daxwaza alîkariyê ji ti alî, kesayet an rêxistinên Kurdî kiriye yan na’, Ebdullah Kurdî da xuyakirin: “Ji ber ku ez ne kesekî siyasî me û dûr ji siyasetê me, min nexwestiye daxwazeke wiha bikim û heta niha jî min daxwazek wisa nekiriye, lê 3 parêzerên ji Hewlêrê pêwendî bi min kirine û ji min re gotine, ku ew amade ne bi awayekî xwebexş alîkariya te bikin.”

 

Bi gotina bavê Alan Kurdî, derhêner Omer Sarîkaya piştî çêkirina fîlmê peywendî pê re kiriye û jê xwestiye ku di merasima nimayişkirina fîlmê de amade bibe, lê belê wî red kiriye.

 

Ebdullah Kurdî dibêje, wî ji derhênerê fîlma Aylan Bebek re pêşniyar kiriye, ku beşek ji dahata wê fîlmê bo karên xêrxwazî û bo rêxistina Alan Kurdî be, lê belê wî red kiriye. Ebdullah dibêje: “Min jê re got, bila %50 ji dahata fîlmê ji bo rêxistina xêrxwazî ya Alan Kurdî be, herwiha %25 jî ji bo rêxistina UNISEFê û %25 jî ji te re, lê wî ew yek red kir.”

  

Ew yek di demekê de ye, ku ji meha Hezîrana îsal ve derhênerê ji Êliha Bakurê Kurdistanê, Omer Sarîkaya dest bi çêkirina fîlmekê li ser Alan Kurdî kiriye, lê navê Alan Kurdî di fîlma xwe bi kar neaniye û li şûna wê Aylan Bebek bikar aniye.

 

Li ser çêkirina wê fîlmê, Omer Sarîkaya pêştir ragihandiye, dahata wê fîlmê ji bo rêxistinên xêrxwazî ye û aktorên ku di fîlmê de rol dilîzin, pere wernagrin.

 

Omer Sarîkaya herwiha berî çend rojan di daxuyaniyekê de bo Rûdawê, derbarê sedema guhertina navê Alan Kurdî de gotibû: “Ev fîlm ne tenê ya Alan Kurdî ye, ev meseleya temamiya koçberan e. Ev ne fîlmeke siyasî ye, lê mirovî ye. Ez bi rêya vê fîlmê peyamê didim cîhanê ku rewşa koçberan nas bikin û hemû cîhan bibîne.”

 

Sarîkaya herwiha dabû xuyakirin:“Kesekî ti zext li min nekiriye. Weke enternasyonelî navê fîlmê Aylan Bebek e. Lêbelê hemû cîhan dê weke Alan Kurdî nas bike.”

 

Bavê Alan Kurdî herwiha aşkere kir, derhênerê Kurd Behmen Qubadî têkilî bi wî kiriye û ew agahdar kiriye, ku dixwaze fîlmekê li ser Alan Kurdî çêke. Ebdullah Kurdî got: “Berî heftiyekî derhêner Behmen Qubadî peywendî bi min re kir û ji ber ku ji bilî Erebî ez zimanekî din nizanim, bi rêya wergêrekî Eerebî em axivîn. Wî got, ew dixwaze fîlmekê li ser Alan Kurdî berhem bîne û biryar e nêzîkî 20 rojên din serdana Başûrê Kurdistanê bike û em ji nêzîk ve li ser vê mijarê biaxivin.”

 

Ebdullah Kurdî destnîşan kir, eger derhêner Qubadî jê bixwaze, ew hez dike di fîlma derbarê Alan Kurdî de, wek aktor rola xwe bilîze, herwiha ew hez dike, dîmenên fîlmê li Kobanî û Bodruma Tirkiyê jî bên kişandin û tekez kir, ew dê li ser wan babetan li gel Behmen Qubadî biaxive.

 

Bavê Alan amaje bi nêzîkbûna salvegera xeniqîna Alan û endamên malbata xwe kir, ku roja 2ê Îlonê ye û ragihand: “Di roja salvegera mirina Alan, Xalib û hevjîna xwe de, ez dê serdana Kampa Gewlan li Duhokê bikim û diyariyan li ser zarokên koçberan belav bikim.”

 

Li ser pirsa, ‘gelo bi derbasbûna 4 salan di ser bûyera mirina Alan û endamên din ên malbata te re, niha dema navê Alan dibihîzî, ku niha fîlm li ser tên çêkirin, navê wî li gemiyan tê kirin û pirtûk li ser tê nivîsandin, hest bi çi dikî’, Ebdullah Kurdî got: “Ez dema wan tiştan dibînim û dibihîzim, şanaziyê bi kurê xwe dikim, her karekî baş ku bi navê kurê min bê kirin, ez pê kêfxweş dibim, lê dema ez nûçeyên xeniqîna zarokên koçberan jî dibihîzim, gelek aciz dibim û pê diêşim. Ez rojane bi êş û kelema jidestdana Alan, Xalib û hevjîna xwe dijîm, ew li bîra min naçin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst