Belê piştî 19 rojan, cenazeyê keça me ya 8 salî, cenazeyê Narîna delal hat dîtin. Kuştina Narînê, bi êş û xemeke bêpîvan, di dilê her kesekî ku xisûsiyeta miroviyê pê re hebe de birîneke kûr vekir.
Tesadufeke mezin e ku, Alan Kurdî yê 3 salî yê ku cenazeyê wî li ber perava behrê hatibû dîtin jî Cemîleya Cizîra Botanê ya 10 salî ya ku piştî hatibû kuştin cenazeyê wê 11 rojan di sarincokê de hatibû veşartin jî wekî Narîna 8 salî di meha îlonê de ji nav me koç kiribûn.
Alanê Kurdî di 3 saliya xwe de, 4ê Îlona 2015an ji nav be bar kiribû, Cemîleya Cizîra Botan di 10 saliya xwe de, roja 7ê Îlona 2015an hatibû kuştin.Cenazeyê Narîna Amedî ya 8 salî jî roja 8ê Îlona 2024an hat dîtin.
Şêwe, qesas û sebebê kuştin û mirina Alan, Cemîle û Narînê helbete ku cuda bûn. Lê her sê jî zarok bûn.
Lê belê, ya diltezîn ew e ku, her sê zarokên me jî beşdarî nav refên wan zarokên ku pêşeroja wan bi destên xeraban, bi destên malxerabiya jiyanê û bi destên zaliman ve hatine fetisandin, hatine kuştin bûn.
Alan, zarokekî 3 salî bû, Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê bû. Roja 2yê Îlona 2015ê bi dehan kesan xwest bi qaçaxî, bi kelekekê li ser Behra Egeyê, ji Tirkiyeyê derbasî Yunanîstanê bibin. Lê kelek di nav avê de wergeriya .Gelek kesên ku di wê kelekê de bûn, di nav avê de xeniqîn.
Yek jê jî kurekî 3 salî yê ku navê wî Alan bû ku li gel malbata xwe di wê kelekê de bû.
Gava min wêneyê Alanê biçûk ku jiyana xwe ji dest dabû û li ber avê li ser devkî razayî bû dît, ez gelekî hestyar bibûm. Û di cih de ev çend rêzikên li xwarê ji dilê min herikîn.
Min di heqê Alan de bi navê “Navê Min Alan e” çend rêzik nivîsandibû û min ew di roja 4ê Îlona 2021an belav kiribûn.
Hîna hêsirên min ên li ser wan çend rêzikên ku ji bo Alanî ji dilê min herikîbûn hişk nebibû, hîna ku 5 roj li ser koça dawî ya Alanî derbas bibû, vê carê jî roja 7ê Îlona 2015an, li Cizîra Botan, keça delal a 11 salî, keça Kurd Cemîle, li ber deriyê mala xwe, bi guleyên hêzên ewlehiyê yên dewleta Tirkiyeyê hatibû kuştin.
Lê ji ber qedexeyên derketina derve, hêzên dewleta Tirkiyeyê nedihiştin malbata Cemîleyê cenazeyê wê bispêrin axê.
Malbata Cemîleyê mecbûr mabû ku 11 rojan cenazeyê Cemîleyê di nav lûleyên qerîsekan de, di sarincokekê de veşêrin. Piştî 11 rojan, hêzên dewleta Tirkiyeyê rê da malbatê ku cenazeyê Cemîleyê bê veşartin.
Gava ku min termê Cemîleyê di wê sarincokê de, di nav wan lûleyên qeşayê de dît, bi wê hêrs û xem û êşa dilê xwe, min bi çend rêzikan hestên xwe anî ziman û wê demê bi navê “Ez Alan im, niha li Cizîra Botan Cemîle me” min belav kir.
Piştî kuştina Cemîleya delal, gelek zarokên Kurdan ên wekî Mîhraçî li Hezexê û li gelek derên din, bûn qurbaniyên vî şerî, bûn qurbaniyên xirab û zaliman û hatin kuştin.
Niha jî Narîna delal a 8 salî bû qurbanî û hat kuştin. Wê dilê me êşand, em di nav xeman de tevizand.
Ji ber wê jî bi minasebeta qetilkirina Narîna delal, min xwest ez dîsa van hestên xwe yên di wan rêzikên ku bi sernivîsên “Navê Min Alan e” û “Ez Alan im, nuha li Cizîra Botan Cemîle me” min anîbûn ziman, careke din jî bi we re parve bikim.
09.09.2024
Navê Min Alan e
Ez li ber perava bêdengiya mirovahiyê razayî me.
Ne xuşexuşa pêlan û ne jî hênikahiya avê, ne dengê qeqlîbazan û ne jî tîrêjên rojê; tu tiştî nabihîzim, his nakim...
Ez zarokekî sê salî me. Alan danîne navê min. Di nava kefa şerma behrê de wendayî me.
Dizanim niha hûn ji min re helbestan dinivîsînin, wêneyan saz dikin.
Hûn behsa mafê mirovan dikin. Hûn bahsa Kurdbûna min, behsa bêsiûdiya miletê min dikin. Hûn digirîn…
Le dêya min, axx dayê, axx.
Ez dizanim ku niha ew beriya min miriye. Vêya ji ku dizanim? Ji bêhna şîrê sêrokî dizanim.. Dizanim niha ew saxek e mirî ye.
Û dizanim niha hûn bahsa rebenî, stuxwarî, perîşanî û belengaziya dêya min jî dikin.
Hûn kirinên xwe bidomînin lê hûn nabinîn ku yên reben ên belengaz hûn bi xwe nin, mirovahî bi xwe ye.
Êdî ez wan peyvên xemilandî, gotinên qurmiçî nabihîzim. Ez dê nikaribim temaşeyî wê şanoya we bikim.
Lê ji bo carekê be jî Kurên xwe, keçên xwe têxin şûna min û lê temaşe bikin! Li zarokên xwe yên giyanê wan firyayî temaşe bikin.
Lê ka ew wîjdan? Ez xelekek im ji vê şanoya bi bêdengiyê ve hûnayî.
Êdî bes e. Êdî bes e rêberên Kurdan, êdî bes e “mezinên” me. We dewletek ji me re ava nekir. Qet nebe ji yên mayî re ava bikin.
Êdî bi dûv hûrik û mûrikan nekevin. Êdî her yek ji we nebêjin ez û ez. Êdî bibin yek.
Bila vê carê jî nefire ew firseta li ber deriyê we razayî.
Navê min Alan e... Ez zarokekî sêsalî me. Ji Kobaniyê, ji Dêrsimê, ji Mehabadê me…Ji Şingalê, ji Helebceyê, Ji Amedê me….Ez ji Kurdistanê me.
Êdî bila Alanên din li ber peravên bêdewletbûnê nebin qurbaniyên bêwijdanan.
Ez dewletekê ji we dixwazim.
03.09.2015
Ez Alan im, nuha li Cizîra Botan Cemîle me
Dilê min qerisî ye.
Li Cizîra Botan mirovahî li ber wê qerîsekê pûç bû ye, şewitî ye...
Ez Alan im, ez vê carê ne li ber peravê me. Di sindoqekê de, bi lûleyên qerîsekan ve pêçayî me.
Min navê xwe guhert, niha ez Cemîle me...
Ez Alan im, niha li Cizîra Botan im, termê min di nav qeşayê de dilê dêya min disotîne.
Neviyên Mongolan bûne ruhîstîn û li ser wê jî nahêlin ez dilê xwe jî bispêrim wê axa ku em giş dilê xwe tê de dihelînin.
Ez vegeriyam lê haya we ji min tune bû.
Belê, ez Alan im...
Min li vê derê gelek hevalên wekî xwe nas kirin. Ez nizanim ji ku nin, kî nin.
Ez nizanim ez hatime kû derê jî. Lê cîhekî gelekî xweş e.
Ez zimanê hinekan ji wan qet nizanim. Lê tiştekî ecêb e, ez ji her tiştê wan fêhm dikim.
Yek ji Hîroşîmayê, yek ji Wiyetnamê, yek ji Helebceyê û yek ji Dêrsimê ye.
Ji gelek derên din jî zarokên wekî min hene. Navê welat û bajarên xwe weha dibêjin.
Wan got “Meriv li vê derê her wek xwe dimîne. Meriv mezin nabe”. Çi xweş e. Meriv, mezin û qirêj nabe.
Dêya min wekî her caran ez tenê nehiştim. Min zanîbû ew dê beriya min were vê derê…Va ye sînga wê dîsa rûyê min difirkîne, disincirîne.
Kanî hûn li kû nin, ka ewên rismê min saz dikirin ku peykerê min dihûnan.
Ka ewên hêsirên wan di nav wan pêlan de vedigevizîn, hûn li kû nin?
Piştî ku min dît hûn giş ne wekî hev in, min şerm kir, ji ber ku min gotibû ew girî, ew şîn, ew xem, giş şano bû.
Lê ma ka hûn li kû nin, ewên dilsoz, ewên mezelê min bi rondikên xwe av didan..
Ma va ye ez vê carê di nav vê qerîsekê de, ne dengê we dibihîzim û ne jî hêsirên diya xwe yên li ser termê xwe his dikim.
Ka hûn li ku nin mirovno?
Ma çima hûn kor in, çima hindik in yên dilê xwe di dilê min de biqerisînin; ma çima hûn lal in, ew ên li şûna diya min ji min re bêjin cangoriya min?
Li vê derê, li vî cîhê ku ez hatimê, hevalên min hatin pêşewaziya min. Dilê xwe ji min re kiribûn egal û bi porê min ve kirin.
Gedeya Helebceyî got, “Tu dizanî, mirovahî ji axê hatibû. Mirovahiyê pak û paqij çavê xwe vekiribû. Le di destê qirêjan de qirêj bibû, fetisî bû.”
Min digot got qey mirovahiya qirêjbûyî jî ji ber şerma xwe, bi min re di wê deryayê de fetîsîbû. Dilê min piçekî sivik bibû. Lê va ye li vir, li Cizîra Botanê, bi destê xwe yê qirêj, ew hûtê hanê careke dinê ruh pê de vegeriya ye.
Ez Alan im , niha li Cizîra Botan Cemîle me. Ez niha li Cizîra Botanê, bi termê xwe yê di nav qerîsekan de, dilê dêya xwe disotînim. (08.09.2015)
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse