Li Dêrsimê malbata Bozkurt bi zorê ji malê hatin derxistin

28-06-2022
Ali Haydar Gozlu
Malbata Bozkurt berî 25 salan dema gundê wan ji aliyê dewletê ve tê valakirin, ji neçarî diçin gundê Seydîxan
Malbata Bozkurt berî 25 salan dema gundê wan ji aliyê dewletê ve tê valakirin, ji neçarî diçin gundê Seydîxan
Nîşan Dêrsim Malbata Bozkurt
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê beriya 25 salan gundê ku malbata Bozkurt lê dijiya ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyş ve hate valakirin û malbatê wê demê berê xwe da gundê Seydîxan û ji xwe re li avahiyeke vala bicî bû ku berê weke bingeha tendurustî dihat bikaranîn. Piştî 25 salên jiyanê, niha dîsa Hêzên Ewlekariyê hatine û bi zorê wan ji wê sitargehê derdixin.

Malbata Bozkurt berî 25 salan dema gundê wan ji aliyê dewletê ve tê valakirin, ji neçarî diçin gundê Seydîxan û li binkeya tendirûstiyê ku nedihat bikaranîn bicîh dibin, lê niha ji wîr jî tên derxistin bêyî ku ti cihekî wan hebe.

Malbata Bozkurt ji Parêzgariya Dêrsimê daxwaz kiribûn ku bêhna xwe li wan fereh bike heta ew ji xwe re malekê dibînin, lê hêzên emnî li wê deverê bêhna fereh nas nakin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê bi zorê kîlîda deriyê Elîf Bozkurt şikandin û ketin hundirê malê. Elif Bozkurt ji acizbûna ji ser hişê xwe çû. Dizane ku divê ji wê malê derkeve, lê nizane bi ku de here.

Elif Bozkurt dibêje: “Em ji sala 94an li vir in. Dema em hatin vir elektrîk û av tunebû. Leşker em ji gundê me derxistin û ji me xwest em biçin. Em jî li vir bi cih bûn, bi salan e em kirê didin, lê wan em ji vir jî derxistin. Nehiştin em tiştên xwe û xwarinên xwe jî derbixin. Me got 'nekin' lê dîsa jî em ji vir derxistin.”

Mehmet Bozkurt jî got: “25 sal in em li vir in, ev der bûye mala me. Em derxistin derve, em heywandariyê dikin. Xanî li kêleka me vala ye û lê em neçar kirin ku di konan de bijîn. Em mirovên feqîr in, bila ji me re cihekî bibînin.”

Serokê Şaredariya Dêrsimê jî serdana malbatê kir û amaje bi wê yekê da ku herdem ew li welatê xwe tên sirgun û ew amade ne bo malbatê bibin alîkar.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu got: “Gelê me her tim li ser vê axê êş û azarê dikişîne. Di sala 1994an de bi sedan gundên me hatin valakirin. Ev mirovên me jî ji gundên xwe hatin derxistin û hatin vir, niha ji vir jî tên derxistin. Çi ji van feqîran dixwazin? Civaka me bi salan e têdikoşe. Niha di konan de dimînin, ji ber ku elektirîk tune ye, berhemên şîr ên wekî penêr, şîr û rûn xera bûne. Avahiya binkeya tenduristiyê vala ye, lê ev kes neçar in di bin vî konî de bijîn. Heta ji destê me bê em dê piştgiriyê bidin wan.”

Li gor îdîayan ev binkeya tendirûstiyê dê bê nûkirin û qad wek navenda çandê bê çêkirin, lê welatiyên herêmê ji vê yekê ne bawer in û dibêjin nakeve xizmeta gel.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst