Bavê Alan Kurdî: Navê kurê min ne Aylan e, Alan e

28-06-2019
RÛDAW
Tirajediya xeniqîna Alan Kurdî, li Tirkiyê dibe fîlmeke bi navê Aylan Bebek
Tirajediya xeniqîna Alan Kurdî, li Tirkiyê dibe fîlmeke bi navê Aylan Bebek
Nîşan Alan Kurdî Fîlm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirajediya xeniqîna Alan Kurdî, zarokê ji Kobanî yê  Rojavayê Kurdistanê, ku di roja 2ê Îlona sala 2015an de, di deryaya Egeyê de xenqî bû, li Tirkiyê dibe fîlmeke bi navê Aylan Bebek.

 

Derhênerê fîlma Aylan Bebek, Omer Sarikaya ji Kurdên Bakurê Kurdistanê ye, û aktorê Amerîkî yê Hollywoodê Stîvan Sîgal jî di fîlmê de beşdar dibe.

 

Ebdullah Kurdî ku bavê Alan Kurdî  ye, li ser wê fîlmê dibêje, ku ew fîlm, bê destûra wî tê amedekirin

 

Li ser guherandina navê Alan jî Ebdullah Kurdî nerazîbûna xwe nîşan dide ku navê kurê wî Alan bi şaşî were bikaranîn û bibe Aylan.

 

Herwiha Ebdullah Kurdî bikaranîna çîroka êşa malbata wî, bêyî rizamendî û destûra wî, qebûl nake.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst