Li Dîlokê ji ber harbûna kûçikan 2 gund hatin karantînekirin

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Kûçikên Har Karantîna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê, îro ji ber harbûna kûçikan 2 gund hatin karantînekirin.

Li 2 gundên Îslahiyeyê ji ber harbûna kûçikan karantîna hat ragihandin.

Li gundê Melikaniyê 12ê Sibata 2024an kûçikên beredayî êrişî welatiyan kiribûn û di encama pişkînînan de hatibû tesbîtkirin ku kuçik har bûne.

Piştî ku diyar bû kûçik har bûne karantîne hat ragihandin û heta niha berdewam dikee.

Ji aliyê din ve 24ê Gulanê jî li gundê Heyderaniyê kûçikên beredayî yên har dev li welatiyan kiribûn.

Piştî agahdarkirinê, li gundê Heyderaniyê jî karantîna hat ragihandin û hatûçûna gund hat rawestandin.

Welatiyên ku rûbirûyê êrişa kûçikan bûbûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Îslahiyeyê hatin derzîkirin.

Herwiha li her du gundan tîmên Saziya Çandinî û Daristanê derziya harbûnê li ajelan dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst