Aloziya li Şingalê karvedan li pey xwe anîn

28-04-2023
RÛDAW
Nîşan Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber vegera hejmareke malbatên Ereb ji bo Şingalê, welatiyên Kurd ên Êzidî xwepêşandan kirin û alozî derket. Beşek ji aliyên Îslamî dibêjin, li Şingalê êrîşî mizgeftekê kirine lê belê Mîrê Kurdên Êzidî ew yek red kir. Her wiha çend aliyên siyasî û leşkerî jî li ser aloziyan daxuyanî dan.

Roja Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an hejmarek welatiyên Kurdên Êzidî li navenda Şingalê li dijî vegera koçberên Ereb xwepêşandan kirin. Kurdên Êzidî dibêjin, ew kesên vegeriyane di dema êrîşa DAIŞê de alîkariya DAIŞê kirine û destê wan di kuştin, revandin û koçberbûna Êzidiyan de heye.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Neynewayê li ser bûyerê daxuyaniyek da û got, “Li ser tora civakî hatiye belavkirin ku li Şingalê mizgeftek hatiye şewitandin. Ti rastiyeke vê nûçeyê nîne. Em bang li kanalên medyayê dikin ku di ragihandina agahiyan de baldar bin û zanyariyan ji çavkaniyên rast werbigirin.”

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî jî li ser aloziya li Şingalê da zanîn, “Em di wê baweriyê de ne ku ev kiryara nerewa dûrî urf û edetên olî û Kurdî yên resen e û hewldaneke plankirî ye ji bo têkdana aştiya civakî û olî li herêmê.”

Her wiha Binkeya Rewşenbîriyê ya Lalişê jî ragihand, “Weşandina postên bêbingeh û nerast ji bo komkirina çend ecibandinan dibe sedema ji destdana aştiya civakî, loma divê rayedar çavdêriya van rûpelan bikin û wan bidine dadgehê.”

Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Hazim Tehsîn Beg jî îro Înê 28ê Nîsana 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Em nûçeyên êrîş û şewitandina mizgeftê li Şingalê bi her awayî red dikin, ne exlaqê me û Êzidiyan e ku em êrîşî mizgeftê bikin.”

Di xwepêşandana duh a li Şingalê de, Kurdên Êzidî têkildarî vegera hejmarek Ereban bo deverê nerazîbûna xwe anîn ziman û daxwaz ji Artêşa Iraqê kirin, ku bi ti awayî rê nedin vegera wan ereban û gotin, ew bi ti awayî vegereke wisa qebûl nakin. Êzidiyan herwiha daxwaz kirin, ku hikûmeta Iraqê ji bo vegera Kurdên Êzidî yên li kampan bixebite, ne ji bo kesên ku şirîkê DAIŞê bûn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, 40 malabtên Ereb vegeriyane Şingalê, yek ji endamên wan malbatan ji aliyê Kurdên Êzidî ve hatiye naskirin, ku qaşo dema ku DAIŞê bajar kontrol kir, gef li Êzidiyan xwariye. Niha ew kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteserkirin.

Nerazîbûn û xwepêşandana Êzidiyan li Şingalê piştî wê yekê hat ku di 18ê Nîsanê de Kampa Cedaa ya li Mûsilê ku taybet bi malbatên çekdarên DAIŞê bû, hat girtin.

Rêveberê Şaxên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Cîhangîr ji Rûdawê re ragihand: “Penaberên Ereb ên ku vegeriyan Şingalê ne yên li kampa Cedayê bûn. Lê ew kes in ku ji Mûsilê û Herêma Kurdistanê reviyane.”

Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê û navçeyên din ên Kurdistanê kir û di derheqê Kurdên Êzidî de komkujiyek mezin pêk anî. Di êrîşê de zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kumkujkirin.

Li gor Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandinî, 6 hezar û 417 kes Kurdên Êzidî di êrîşa DAIŞê de hatin revandin, ku 3 hezar û 358 kes ji wan jin û du hezar û 869 kes jî mêr bûn. Li gor heman çavkaniyê, ji wê hejmarê 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin, lê yên din bêserûşûnin.

Di encama êrîşa DAIŞê de nêzîkî 360 heza Kurdên Êzidî ji navçeya xwe koçber bûn. Ji ber rewşa ewlehiyê, heta niha tenê nêzîkî %20 ji koçberên Êzidî vegeriyane cih û warên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst