Li Wanê 1700 koçberên Efxanî hene

28-04-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Hatina koçberên Efxanî bo bajarê Wanê berdewam e
Hatina koçberên Efxanî bo bajarê Wanê berdewam e
Nîşan Koçberên Efxan Wan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî hemû tedbîrên Hikumeta Tirkiyê hatina koçberên Efxanî bo bajarê Wanê berdewam e. Li gorî amaran derdora 1700 koçberên Efxanî li gundên sersînorî yên Wanê hene lê ji tirsa asayîşê ew xwe vedişêrin. Piraniya koçberên nexweş jî her dîsa ji tirsa girtin û vegerandinê newêrin biçin nexweşxaneyan.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî li Tirkiyê derdora 185 hezar koçber û penaberên Efxanî hene û piraniya wan jî bi rêya bajarê Wanê derbasî Tirkiyê bûne. Elî Cemşîdî xelkê bajarê Mezarê Şerîf e û ew 3 sal beriya niha bi grubeke Efxanî ya ku ji 1200 kesan pêk dihat, 34 rojan bi meş gihîştiye Wanê. Elî li Wanê karên rojane dike û dahata wî ya heyvane derdora 2400 lîre ye û wî xaniyeke bi 500 lîreyan kirê kiriye, niha jî dixwaze xwe bigihîne welatekî Ewropayê.

Koçberê Efxanî Elî Cemşîdî got, “Me gelek zor û zehmetî ditîn. Me lêdan û êş û azar ditîn. Em bi rêyên qaçaxî hatin, nasname, îqame û pasaportê me nîne. Lê em mecbûr hatine. Gelek zehmetî hene, ji Wanê heta Tetwanê em bi rêya seyare û kamyonan tên 3 heta 4 hezar lîre pere ji me distînin.

Li gorî amarên komeleyên koçberan li Wanê hîn jî derdora 1500 Efxanî hene lê ew ji ber tirsa asayîşê nikarin xwe aşkere bikin. Kêşeyeke sereke ya koçberên Efxanî jî dema ew nexweş dibin ji tirsa girtin û vegerandinê ditirsin biçin nexweşxaneyan.

Berpirsê Komeleya Ozgur-Derê Sînan Kiranşal anî ziman, “Ciwanekî 27 salî hatibû, destê wî ji sê ciyan şikestibû. Ketibû newalekê û destê wî şikestibû. Me bi doktor re qise kir û me ew bire nexweşxanê, gotin em dê te razînin û em dê bo te neştergeriyan bikin. Ciwan li nexweşxanê razandin lê ew ciwan serê sibê ji nexweşxanê reviya. Revîya û çû cem qaçaxciyan. Paşî me jê pirsî me got tu çima reviyayî, got ji tirsan, got wê destê min baş bikin û min vegerînin welatê min.”

Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku rê li ber hatina koçberan bigire li ser sînorên Îdir, Agirî û Çaldêranê 191 km dîwar raçandiye. Li gorî amarên Wezareta Navxwe sala 2021an li Wanê zêdetirî 16 hezar koçber hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst