Li Wanê 210 koçber hatin desteserkirin

21-05-2024
RÛDAW
Nîşan Koçber Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di heftiyekê de 210 koçber hatin desteserkirin.

Parêzgariya Wanê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku heftiya borî ji 13 heta 19ê Gulanê di 56 operasyonên rûbirûbûna koçberan ên hêzên ewlehiyê de 210 koçber hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê di wan operasyonan de, li hemberî 26 gumanbaran jî bi tohmeta “qaçaxçiya koçberan” lêpirsîn hat destpêkirin.

Parêzgeha Wanê ku li gel Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirêjahiya 295 kîlometreyan hevsînor e, van salên dawî bûye rêyeke sereke ya derbasbûna koçberên Efxanî, Pakistanî û çend welatên din ji bo bajarên rojavayê Tirkiyeyê û  welatên Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst