Rêveberiya Xweser: Me elektrîk daye Santrala Ellok daku avê bidin Hesekê

28-03-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Heseke Santrala Ellok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ragihand ku wan elektrîk daye Santrala Ellok li navçeya Serê Kaniyê daku avê ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê re bişînin.

Li gor Rêveberiya Xweser, wan 25 megawat elektrîk ji navçeya Serê Kaniyê û 8 megawat ji Santrala Ellok re şandiye daku têkeve kar bi hêviya ku ava sentralê li ser bajarê Hesekê bê vekirin, ku ew demeke ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve ava sentalê li ser Hesekê hatiye qutkirin.

Li gor heman çavkaniyê, ji wan re hatiye gotin ku niha tîmên çakkirinê mijûlî başkirina boriya avê ne, daku di dema 72 demjimêrên bê de av bigihê Hesekê, eger na dê Rêveberiya Xweser elektrîkê qut bike.

Santrala Ellok a ava vexwarinê ji 30 bîrên avê û 8 pompeyên asoyî pêk tê. Di Cotmeha 2019an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin, ji wê demê ve û heta niha 30 caran av ji ser bajarê Hesekê û derdorê qut kirine ku zêdeyî yek milyon kes ji avê bêpar dibin.

Cara dawî ya qutkirina avê 8 meh derbas kirine û di encam de gelek nexweşiyên wek kolêrayê li navçeyê belav bûne.

Temûza 2021ê, gotûbêj di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de bi navbênkariya Rûsyayê bo şandina ava Sentrala Ellok ji Hesekê re çêbûbûn, lê ew gotûbêj bê encam bûn.

Di herdû salên bihorî de û heta niha bi berdewamî hikûmeta Sûriyê nameyan ji Neteweyên Yekbûyî re li ser qutkirina ava Ellok ji aliyê Tirkiye ve dişîne, di demekê de ku rêxistinên mirovî yên navdewletî qutkirina ava Ellok ji aliyê Trikiyê û grûpên çekdar ve wek “tawana şer dijî mirovatiyê” bi nav dikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst