FORUMA HEWLÊRÊ - Li Tirkiyeyê Hevdîtinên Aştiyê û Paşeroja PKKyê

28-02-2025
RÛDAW
Nîşan Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn û di roja sêyemîn a forumê de panelek bi sernava “Li Tirkiyeyê Hevdîtinên Aştiyê û Paşeroja PKKyê” hat lidarxistin.

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn 26ê Sibatê dest pê kir û dê heta îro êvarî bidome.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.

Parlamenterê CHPyê Oguz Kaan Salici, Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen û parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar di panela “Li Tirkiyeyê Hevdîtinên Aştiyê û Paşeroja PKKyê” de behsa pirsgrêk û mafên Kurdan kir.

“Em dibêjin hem aştî û hem demokrasî”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û Parlamenterê Stenbolê Oguz Kaan Salici da zanîn ku ew dixwazin hem aştî û hem jî demokrasiyê pêk bînin.

Oguz Kaan Salici got, "Ji bo demokrasiyê tenê danîna çekan ne bes e, divê mirov azadî û demokrasiyê jî bi pêş bixe."

"Zimanê mirovan şerefa mirovan e"

Salici derbarê mafên zimanî de jî got, "Zimanê mirovan şerefa mirovan e. Divê astengên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin.

Lê divê perwerde bi Tirkî bimîne."

"CHP li dijî federasyon û xweseriyê ye"

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê da zanîn ku partiya wî li dijî federasyon û xweseriyê ye û got:

"Dîtina me ya fermî ev e ku divê dewleteke navendî hebe lê divê desthilata herêmî jî xurt be."

Salici diyar kir ku li gorî nêrîna wan, Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê lê li rojavayê Tirkiyeyê jî dijîn û got:

"Divê em baş fêm bikin bê gelo gelo niştecîbûna Kurdan li Tirkiyeyê çawa ye. Kurd ne tenê li rojhilatê Ferat û başûrrojhilatê Tirkiyeyê dijîn. Ew li rojavayê welêt jî dijîn."

"Projeyeke me ya taybet ji bo Kurdan nîne"

Parlamenterê CHPyê da zanîn ku niha ti projeyeke taybet a wan derbarê doza Kurdan nîne û wiha domand:

"Projeyeke me ya taybet ji bo Kurdan nîne, projeyên me yên bi giştî hene.

Em naxwazin jêra sîyasî li ser tu mijarê bikin lê divê em reforman pêk bînin."

Oguz Kaan Salici bal kişand ser hebûna nakokiyên di navbera siyaseta fermî ya CHP û gotinên hinek parlamenter û endamên partiyê de û got:

"Dibe ku di navbera siyaseta fermî ya partiya me û siyaseta hin parlementer û endamên me de ji hev cudatî hebe, lê divê ew jî bizanibin ku em bi biryara meclisa giştî ya CHPyê tev digerin."

“Mînakên vê pêvajoya dawî li cihekî cihanê nînin”

Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen li ser pêvajoya nû ya çareseriyê û rûdanên dawî ji axivî.

Mehmet Emîn Ekmen destnîşan kir ku wisa xuya dike bandorên banga Abdullah Ocalan dê erênî bin û got, "Mînakên vê pêvajoya dawî li cihekî cihanê nînin."

Ekmen derbarê zimanê Kurdî  got, "Rakirina astengên li pêşiya zimanê dayîkê di bernameya partiya me de heye.”

Bi gotina Ekmen partiya me gotiye ku divê PKK çekan deyne.

Wî anî zimên ku desthilat li gorî destûrê tevnagere û got, "Eger ne Bahçelî lê hinek kesên din behsa mafê hêviyê bikira dibû ku bihata desteserkirin."

“Dandorên banga Ocalan dê erênî bin”

Parlamenterê Partiya DEVAyê li ser banga Ocalan diyar ew bi geşbînî li paşerojê dinêrin û got:

"Wisa xuya dike ku bandorên banga Ocalan dê erênî bin. Her sal pir caran MHPyê digotin bila Ocalan jî parlamentoyê biaxive lê nehat qebûlkirin."

“Niha pirsgirêka wekhevî heye”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt diyar kir ku beriya AK Partiyê li Tirkiyeyê pirsgirêka "hebûna Kurdan" hebû, lê niha pirsgirêk bûye pirsgirêka wekheviyê û got:

"Îro jî înkar heye lê kêm bûye, em hîn jî navê Kurdistanê bi tirs dibêjin.”

Abdurrahman Kurt da zanîn ku netewperweriya Kurdan ji ber netewperestiya tund a Tirkan çêbûye.

Kurt eşkere kir ku ew niha ne di nava AK Partiyê de ye û got:

"Kurd dikarin mafên xwe bi rêya sindoqan bistînin. Çek li Tirkiyeyê bandoreke jehrîn dikin."

Kurt behsa rol û xebatên xwe di derbarê perwerdeyê de jî kir:

"Eger îro dersên bi Kurdî hebin gelek keda me tê de heye. Me gelek tiştên gelekî baş kirin."

Di dawiyê de Kurt tekez kir, "Divê em hêza Kurdan a sindoqê rast bi kar bînin."

"PKK serhildana herî dûvdirêj a Kurdan e"

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar jî di axaftina xwe de bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got, "Dibe tiştên ku ez dibêjim DEM Partiyê temsîl nekin."

Çandar destnîşan kir ku piştî hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya li gel Abdullah Ocalan, Ocalan gotiye, "Divê gavên hiqûqî bên avêtin" lê ev yek di bangê de cih negirtiye.

Çandar pirsî "Ma piştî ku PKK nema dê pêşengên têkoşîna Kurdan nebin?" û anî zimên ku banga Ocalan a vê dawiyê bi rastî jî dîrokî ye.

Her wiha Çandar got, "PKK ne terorîst e, serhildaneke Kurdan e. PKK serhildana herî dûvdirêj û berxwedêr a Kurdan e."

Parlamenterê DEM Partiyê tekez kir, "Divê dewlet nebêje me zora wan bir û Kurd jî nebêjin zora me çû çimkî zora Kurdan neçûye, ew bi xwe serhildanê xelas dikin."

Çandar axaftina xwe bi ragihandina gotinên Ocalan berdewam kir û amaje kir ku Ocalan dibêje, "Em bi zorê nehatine qedandin, em xwe bi dildarî fesix dikin."

Di dawiyê de Çandar daxuyand ku pêwendiya vê pêvajoyê bi Pirsgirêka Kurdan re nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst