ÇEWLÎG - Cenazeyê kesê ku di binê aşûtê de mabû hat dîtin

28-02-2024
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Aşût Ekrem Canli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê kesê ku li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê di binê aşûtê de mabû, hat dîtin.

Xizmên Ekrem Canlî (64) bi şev agahî da Navenda Telefonên Lezgîn a 112ê ku ew li gundê Yenîsuyê di binê aşûtê de maye.

Li ser vê, tîmên tenduristiyê û AFAD û cendirme çûn herêmê.

Piştî xebatan tîm gihîştin cinazeyê Ekrem Canliyê bavê 4 zarokan.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Canli ji bo otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê.

Parêzgarê Çewlîgê Ahmet Hamdî Usta li cihê bûyerê got:

Ekîbeke nêzî 150 kesî xebitî û gihîştin cenazeyê welatiyê ku di bin berfê de mabû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst