Li Riha û Meletiyê qeza: Kesek mir û 7 kes birîndar bûn

28-02-2024
Nîşan Riha Meletî Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha û Meletiyê di du qezayan de kesekî canê xwe ji dest da û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Şeva borî li ser rêya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê otomobîlên ku welatiyên bi navên Şefîk Erkan û Recep Vûral diajotin li hev qelibîn.

Recep Vural li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û Şefîk Erkan û 2 kesên din ên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetiyê.

Tîman termê Recep Vural rakir morga nexweşxaneyê.

Li Meletiyê qeza

Li aliyê din, li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê jî otomobîlek qulibî.

Di wê qezayê de jî 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û bîrîndar rakirin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst