SILÊMANÎ - Li ji sedî 90ê dibistanan boykot heye

28-01-2025
RÛDAW
Dibistaneke Silêmaniyê\ Wêne: û vîde: Rûdaw
Dibistaneke Silêmaniyê\ Wêne: û vîde: Rûdaw
Nîşan Germiyan Silêmanî Boykota Mamosteyan Mamosteyên Nerazî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Ji ber ku li dibistanan boykot heye li dibistaneke Silêmaniyê û Kelarê ji bilî karmendan ne mamoste ne jî xwendekar hene.

Li piraniya dibistanên zengilê destpêka xwendina serdema duyem hîn lê nexistiye.

Birêvebirê Dibistana Amêdiyê ya Silêmaniyê Celal Kerîm mamoste û xwendekar kom kirine da ku ji wan re bibêje boykotê nekin lê piraniya mamosteyên dibistanê boykot tercîh kiriye.

Mamoste Celal Kerîm li ser boykotê ji Rûdawê re got:

"Em li navendên xwendinê ne, em dizanin ku encamên neyînî yên boykotê çi qas astengî û alozî ji bo pêvajoya perwerdeyê di nav dibistanan de çêkirine.

Zarok gelekî zererê dibînin, wekî rewşa birêvebiriyê bi rastî em di vî warî de gelek astengî û zehmetiyan dibînin."

Hîn qufla deriyê dibistanên Kelarê jî ji bo ku xwendekaran nehatiye vekirin.

Li gorî agahiyên Encumena Mamosteyên Nerazî yên Germiyanê li ji sedî 90ê dibistanên Kelarê jî boykot heye.

“Mamosteyan ji me re got boykot heye”

Rewa Xalid li Kelerê xwendekar e û dibêje, "Me cilûbergên dibistanê li xwe kirin, çante anîn û çûn dibistanê, mamosteyan got boykot e, heta ku em we agahdar nekin, neyên dibistanê."

Xwendekarekî din ê ji Kelarê û bi navê Mihemed Aram jî got, "Em hatin û tenê 60 puan dan me, pişt re em vegeriyan û gotin, herin, heta ku em ji we re dibêjin neyên."

Li devera Raperînê rewşa perwerdeyê ne wekî ya Silêmanî û Germiyanê ye.

Deriyên dibistanan vekirî ne lê mamoste hişyariyê didin ku eger daxwaza dayîna mûçeya wan neyê bicihkirin, boykot vebijarkeke din a wan e.

“Dilê me li ser xwendekaran diêşe”

Mamoste Ebdula Xidirê ku li Ranyeyê mamoste ye wiha behsa rewşa mamosteyan kir:

"Em nikarin berdewam bikin, ji ber ku mamoste bi bêrîka vala ji cihekî dûr ve tên, pereyên wan ên benzînê nînin.

Wekî mamoste dilê me li ser xwendekaran diêşe, dema ku bi paş dikevin dê bandoreke salan li ser xwendekaran bike."

Li gorî agahiyên Encûmena Mamosteyên Nerazî ji bilî polên 12ê yên amadehiyê û polên 9ê yên bingehîn li ji sedî 90ê dibistanên Germiyan, Raperîn û Silêmaniyê boykot heye.

11 sal in pêvajoya xwendinê li sînorê Silêmaniyê di nav boykot û nîvboykotê de ye.

Her wiha mamosteyên nerazî heta niha ji sedî 100 negihiştine armanca xwe û aliyên pêwendîdar jî bersiveke dilxweşker nedaye wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst