SILÊMANÎ - Mamoste û karmend 13 roj in di greva birçîbûnê de ne

09-02-2025
RÛDAW
Mamoste Pakîze Hemedemîna ku di grevê de ye / Wêne: Rûdaw
Mamoste Pakîze Hemedemîna ku di grevê de ye / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mamoste Greva Birçîbûnê Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa tenduristiyê ya 6 mamoste û karmendên ku li Silêmaniyê di greva birçîbûnê de ne baş e.

Grêva birçîbûnê ya mamoste û karmendan a li Silêmaniyê ku kon vegirtine di roja 13an de berdewam dike.

Kesên ku di grevê de ne 12 kes in û tîmên tenduristiyê dibêjin rewşa tenduristiyê ya 6 kesan ne baş e.

Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextyar da zanîn, tîmên tenduristiyê bal kişandiye ku rewşa tenduristiyê ya 6 kesan xirab bûye û ew wan dişînin Nexweşxaneya Bajêr.

Pisporê nexweşiyên hundir Dr. Zirar Husên ji Rûdawê re ragihand ku nexwarina du hefteyan dibe sedema têkçûna hevsengiya av û xwêya laş ku ev yek jî metirsiyê li ser jiyana wan çêdike û dibe ku gurçikên wan ji kar bixe.

Dr. Zirar Husên diyar kir, eger ew neyên dermankirin dê metirsiyeke mezin li ser tenduristiya wan çêbibe û asta şekirê wan dakeve û masûlke û pergala wan a hezmê jî têk biçe.

Dr. Zirar Husên da zanîn ku tiştên herî metirsîdar zihabûn û jikarketina gurçikan e.

Îro 13 roj di ser grêva mamoste û karmendên nerazî yên li Silêmaniyê re derbas dibin.

Mamoste û karmend dixwazin meaşên wan di dema xwe de werin belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst