Di hilbijartinên Cemxaneya Dêrsimê de alozî

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Kongreya Asayî ya Cemxaneya Dêrsimê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, îro Kongreya Cemxaneya Dêrsimê bi rê ve çû û di navbera her du berbijêran de alozî derket.

Kongreya Asayî ya Cemxaneya Dêrsimê bi rê ve çû û di kongreyê de serokê niha Ali Ekber Yurt û Ali Onal ji bo serokatiyê rikeberiya hevûdu kirin.

Hinek endamên cemxaneyê ku ji bo kongreyê civiyabûn li dijî tomarkirina 27 endamên nû di meheke dawî de ji aliyê Ali Ekber Yurt ve derket û nerazîbûn nîşan dan.

Ali Ekber Yurt jî ragihand, tomarkirina endamên nû yasayî ye.

Di dema bersiv dayîna Yurt de hinek endamam nerazîbûn nîşan dan û alozî mezin bûn.

Piştî ku alozî mezin bû polîs kete navbera her du aliyan û rêgirî li mezinbûna aloziyan kir.

Hinek welatiyan îdia kir, rêveberiya Cemxaneyê ji civakê dûr ketiye û bersiva daxwaza xelkê nade.

Piştî nîqaş û aloziyan  hilbijartin bi rê ve çû û di encamê de Ali Ekber Yurt 50 deng û Ali Onal 49 wergirtin.

Ali Ekber Yurt careke din wekî Serokê Cemxaneya Dêrsimê hat hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst