Bi tabût û kefen Şaredariya Dêrsîmê protesto kirin

27-12-2022
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Nîşan Şaredariya Dêrsimê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsîma Bakurê Kurdistanê, welatiyên li gundê Tullik, Axdat, Şagşek, Çinarli û Sûwatê dijîn ji bo betalkirina projeya çêkirina kargeha paşmayan a li gundê Tullik li pêş Şaredariya Dêrsîmê kom bûn û bi tabût û kefenê spî Şaredariya Dêrsîmê protestokirin.

Parêzerê gundiyan Ozgur Ulaş Kaplan got “Ev kefen li me kirin, divê ew kesên kefen li me kirin şerm bikin. Dixwazin gel tine bikin, qadên jiyanê, jîngeh û daran tine bikin. Em ji bo xwedîderketina bi biryardarî li qadên jiyanê yên candaran li vê derê ne, me îro ji bo wê ev kefen li xwe kirin.”

Jîngeparêz û gundiyên herêmê li dijî projeyê derdikevin û bi hinceta ku dê jîngeh û ajelên kovî zerarê bibînin, ji şaredariyê dawxaza rawestandina projeyê dikin.

Welatî Ali Hıdır Kullu dibêje “Li wê derê goristan, tirb û gundê me heye. Me gelek caran jê daxwaz kir, em bi muxtarên xwe re çûn cem lê vî mirovî ne muxtar ne jî xelkê nas dike. Em jî neçar man ku bi hilgirtina tabût û kefenê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”

Gundî dibêjin eger kargeh bê avakirin, derfeta jiyanê li gundên wan namîne.

Welatî Fidan Ayboga diyar kir “Em dê çewa destûrê bidin vê, ma ji bo zibil cih nema? Bila li cihekî din çê bikin. Em dê destûrê nedinê, em dê bimrin lê dîsa jî destûrê nedinê.

Welatî Aynur Çelik ragihand “Em tesîsê li gundê xwe naxwazin, bila gundê me xerab nekin. Em dê bi ku de biçin, çewa di nav zibil de bijîn.

Welatî Naziye Kullu anî ziman “Li wê derê gundê me heye, ma ji bo zibil cih tine ku tên li gundê me vê tesîsê ava dikin. Her tiştê me li wê derê ye, em naxwazin. Bila li cihekî din çê bikin.”

Di nav de Şaredariya Dêrsîmê, 5 şaredarî dixwazin li gundê Tullik yê Dêrsîmê, 54 hezar û 900 daran bibirin û li şûna wan kargeha paşmayan çêbikin. Meha par li Meclîsa Şaredariyê deng li ser vekişandina ji projeyên hat dayîn, lê piraniya endamên meclîsê deng ji bo berdewambûna projeyê bikar anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst