Hevseroka Şaredariya Dêrsimê bi daxwaza girtinê derdikeve pêşberî dadgehê

24-11-2024
RÛDAW
Nîşan Bîrsen Orhan Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan, bi daxwaza girtinê ji Dadgeha Dêrsîmê re hat şandin.

Piştî danîna qeyûm li Şaredariya Dêrsîmê îro derbarê Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhanê biryara desteserkirinê hat dayîn.

Bîrsen Orhan îro bi parêzerên xwe re çû Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsîmê û îfadeya xwe da.

Orhan piştî îfadeyê ji Dadgeha Dêrsîmê re hat şandin.

Dozger bi tohmeta ku “handana gel ji bo kîn û dijminatiyê” û “heqareta li karmendê hikûmî” derbarê Orhan daxwaza girtinê kir.

Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya Dêrsîmê dê derbarê Bîrsen Orhanê biryarê bide.

Ji aliyê din ve li Dêrsîmê xwepêşandanên li dijî qeyûm berdewam dikin û gelek kes li pêş dadgehê kom bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst