Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehê 5 meh cezaya girtîgehê li Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhanê birî.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 22yê Çiriya Paşîn a 2024an hevserokên Şaredariya Dêrsimê yên DEM Partiyî ji kar dûrxistin û li şûna wan qeyûm danî.
Piştî danîna qeyûm li Dêrsimê xwenîşandanên nerazîbûnê dest pê kir û di navbera xelkê û hêzên ewlehiyê de alozî derketin.
Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan 22yê Çiriya Paşîn a 2024an ji ber axaftinên xwe yên dema xwenîşandanan hat desteserkirin û cezaya girtîgeha malê lê hat birîn.
Rûniştina doza ku derbarê Bîrsenê hat vekirin îro li Dadgeha Yekemîn Ceza ya Dêrsimê hat kirin.
Dadgehê gotinên wê yên “dagirkerî” û “tekoşîn”ê yên dema protestoyên qeyûm wekî metirsiyê qebûl kirin 5 meh ceza lê birî.
Bîrsen Orhan bi xwe beşdarî rûniştina dozê nebû lê parêzerên wê li dadgehê amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse