Weqfa Hemîdê Smaîl Axa hat ragihandin

27-11-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Mêrdînê Weqfa Hemîdê Smaîl Axa hat ragihandin
Li Mêrdînê Weqfa Hemîdê Smaîl Axa hat ragihandin
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) -  Hemîdê Smaîl Axa ku yek ji têkoşerê siyasetê bû û di qada zimanê kurdî de jî gelek xebat meşandibûn, par di 27ê Mijdarê de ji ber nexweşiya coronayê canê xwe ji dest dabû. Malbata Hemîdê Smaîl Axa li ser navê wî li Stockholma Swêdê weqfek ava kirin û avakirina weqfê jî li Qosera Mêrdînê bi civîneke mezin ragihandin. Armanca Weqfa Hemîdê Smaîl Axa dê tenê xizmetkirina pêşvebirina ziman û çanda kurdî be. Heta du salan dê şaxeke weqfê li Mêrdînê jî vekin.

Hezkirî û dildarên têkoşerê kurd Hemîdê Smaîl Axa vê carê ne ji bo şînê, ji bo mizgîniyeke xêrê li hev civiyan.

Hemîdê Smaîl Axa ku li Bakurê Kurdistanê di qada siyasî de kesekî navdar bû û di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Bakur) de siyasetê dikir, par di 27ê mijdarê de ji ber nexweşiya koronayê canê xwe ji dest dabû . Malbata wî li Stockholma Swêdê li ser navê wî weqfek ava kirin û avakirina wê jî li Qosera Mêrdînê bi civîneke mezin ragihandin.

Rêveberê Pêlkurdê Axaftina Fuat Onen got: “Divê em bi nav bikin. Di hundirê sînorê milî de, li ser axa Kurdistanê kurdî divê bibe zimanê perwerdehiyê, kurdî divê bibe zimanê fermî li ser axa Kurdistanê. Ger em Hemîd bi bîr bînin, divê em bi van nirxên wî bi bîr bînin.”

Hemîdê Smaîl Axa her çiqas bi nasnameya xwe ya siyasî li pêş bû jî xebatên wî yên li ser zimanê kurdî gelek caran ji nasnameya wî ya siyasî derbas dikir. Ji ber vê yekê malbatê biryar da ku xebatên weqfê bi temamî li ser pêşvebirina ziman û çanda kurdî be.

Kurê Hemîdê Smaîl Axa Welat Kilinçaslan jî dibêje: “Ev rêbaza pêşawaza Qazî Mihemed e, nemir Mele Mistefa ye. Çand û zimanê kurdî ye. Li malê jî divê hemû perwerdehî û ziman bibe kurdî. Armanca me ew e ku em zimanê xwe li Bakur bi zarokên xwe bidin hezkirin, divê em vê dîrokê berdewam bikin.”

Hemîdê Smaîl Axa ku piştî derbeya 12ê îlona 1980an neçar mabû dev ji axa bav û kalan Bakurê Kurdistanê berde, li Swêdê bi cih bibû. Li Swêdê jî di nava rêxistinkirina gelek sazî û dezgehan de cih girtibû, di xebatên kovarên kurdî Kulîlk, Niştiman û Qêrînê de jî cih girtibû. Di heman demê de li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê yek ji endamê çalak ê Koma Xebata Kurmancî bû.

Welatiya bi navê Zelal Dînler dibêje: “Eger em navê vê weqfê bişixulînin kurmanciya xwe, zimanê xwe em bi pêş ve bibin em ê gelek pê kêfxweş bibin.”

Jinmama Hemîdê Smaîl Axa, Berîn Kilinçaslan jî got: “Weqfeke pîroz hate damezrandin. Em jî çi ji destê me bê, ji bo ku em vê weqfê bi pêş bixin, mezin bikin em hazir in û em xizmetkar in.”

Welatî Adil Tekîn jî daxwaz kir: “Eger navend Swêd be jî divê şaweke wê li Kurdistanê hebe.”

Ji ber xebata xwe ya zimanê kurdî, malbat û hezkiriyên wî li ser gora wî cih dan girîngiya ziman û girêdayîna ziman a bi axê ve;

Biparêze nexş û al,

Heger te ji bîr kir ziman,

hingê namîne Kurdistan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst