Rêveberiya Xweser daxwaz ji Rûsyayê kir bi rola xwe rabe

27-11-2019
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Çarenivîsa Rojava Sergey Lavrov Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Pêwendiya Derve ya Rêveberiya Xweser daxwaz ji Rûsyayê kir, di derbarê lihevtêgihitşinên hatine kirin bi rola xwe ya aktîv rabe.

Ofîsê aşkere kir ku ji bo diyaloga bi Şamê re ew amade ne û bi hemû tedbîrên pêwîst rabûne, lê heta niha niyeta Şamê ji bo diyaloga siyasî tine ye û ji Rûsyayê xwest, weke aliyekî garantor di vê derbarê de bi rola xwe rabe.

Herwiha da zanîn, helwesta wan bi hebûna hêzên Amerîkî li navçeyê nayê guhertin û da zanîn, Tirkiyê li derveyî navçeyên ku rêkeftin li ser hatine kirin, êrîşên xwe pêk tîne, HSDê jî berevaniyê dike û her helwestek ne li gor vê rastiyê be, piştgîriyeke bo Tirkiyê û grûpên ku êrîşên xwe berdewam bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov roja Sêşemî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar de ragihandibû, “Di destê me de ti zanyariyên weke yên HSD radigihîne tune ne ku Tirkiye bi niyaz e rêkeftina Soçiyê ya 22 Mijdarê binpê bike.”

Lavrov herwiha diyar kiribû ku wan pêştir rizamendiya Serokê Sûriyê Beşar Esed û Rêveberiya Xweser, ku wî weke rêveberiya Kurdan bi nav kir, li ser rêkeftina Soçiyê wergirtiye û herwiha daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) kiribû ku pabendî sozên xwe bin û got, “Ez li HSDê pêşniyaz dikim, pabendî sozên xwe be.”

Lavrov derbarê wê yekê de zanayriyên zêdetir nedabûn ka HSD û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê pabendî kîjan sozên xwe nebûne.

HSDê jî berî niha Rûsya bi “bêdengiya li hember êrîşên Tirkiyê” tohmetbar kiribû û dabû xuyakirin, ji ber wê bêdengiyê, ew “ji rola Rûsyayê di rawestandina şer û pêkanîna agirbestê de bi guman in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst