Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zêdkan ser bi parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê otobûseke rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de 13 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku birînên herdû şofêran giran in.
Bûyer êvara roja Dûşemê 26ê Hezîranê li ser rêya navbera Agirî û Erzeromê çêbû.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, otobûsa rêwiyan ji paş ve li barhilgirekê da û di bûyerê de 13 kes birîndar bûn. Tê gotin ku birînên herdû şofêran giran in.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, cendirme û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustî ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agirî û Nexweşxaneya Dewletê ya Zêdkan hatin veguhestin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse