Serokê ÎYÎ Partiyê yê nû diyar bû

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Kongre Musavat Dervîşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê ÎYÎ Partiyê hat guherîn û li cihê Meral Akşenerê, Musavat Dervîşoglu wekî serokê nû yê wê partiyê hat hilbijartin.

ÎYÎ Partiyê îro li Salona ATO Congresiumê ya Enqereyê, 5emîn Kongreya Awarte li dar xist.

Biryara pêkanîna kongreyê ji ber zextên rêxistinên partiyê û hevdengiya endamên meclîsa wê partiyê hat dayîn.

Beriya kongreyê, Seroka Partiyê Meral Akşenerê got ew dê nebe namzeda serokatiyê.

Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu di gera sêyem a dengdanê de wekî serokê nû yê wê partiyê hat hilbijartin.

Musavat Dervîşoglu 611 deng wergirtin û li hemberî Koray Aydin bi ser ket.

Meral Akşenerê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Dervîşoglu pîroz kir û got:

“Ez birêz Musavat Dervîşogluyê ku di 5emîn Kongreya Awarte de wekî Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê hat hilbijartin pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim.”

ÎYÎ Partî sala 2018an hat damezrandin û wekî partiyeke neteweperet a Tirkiyeyê tê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst