Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Îranê kir

27-04-2021
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mihemed Cewad Zerîf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dervê yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf kir.

Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşem 27ê Nîsana 2021an pêşwazî li Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şanda ligel kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têd e beşdar bû, giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê kir li ser esasê rêz û berejwendiyên hevbeş hatin kirin.

Herwiha herdu aliyan tekez li ser pêşde birina têkiliyên aborî û alûgora bazirganî kirin.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, girîngiya cîhbicîh kirin û pêbend bûn bi proje qanûna bûdceya giştî û şandina şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta fedralî ve mijarên din yên giftûgoyan bûn.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf îro bi Serok Mesûd Barzanî re jî hevdîtinek pêk anî. Tê çaverêkirin ku Zarîf bi Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî e jî hevdîtinek pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst