Şiyar Elî: Aliyên navdewletî dixwazin Rêveberiya Xweser beşdarî civînan bibe

27-03-2022
Hisên Omer
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Rêveberiya Xweser Şiyar Elî Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bêencambûna heftemîn gera civînên komîteya Destûrî ya Sûriyê, pirsa altarnatîv û şêweyê aktîvkirina vê komîteyê bi cidî tê kirin. herwiha Nûnerê Rêveberiya Xweser li welatên Îskandînaviya Şiyar Elî got “Aliyên navdewletî dixwazin Rêveberiya Xweser beşdarî civînan bibe”

Bêencambûna gera heftemîn a civînên komîteya nivîsandina reşnivîsa Destûra Sûriyê hemû aliyên pêwendîdar xistine pêşberî pirseke cidî: Gelo alternatîv heye yan na?

Bersiva vê pirsê jî ne bi yekdeng û yek nêrînê ye, lê belê li gorî pêgeh û ajandaya her aliyekî kirîza Sûriyê ya yazdehsalî ye.

Di dema beşdarbûna xwe di bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê de, Hewas Egîd endamê Komîteya Şêwirê derbarê Destûrê de ku li Cenêvê bû, got du tiştên girîng wek alternatîv hene.

Endamê Komîteya Şêwirê Hewas Egîd got “Weke alternatîf du tiştên sereke tên xwestin. Ya yekem, dê çareserkirina mesela bingeha komîteya destûrî were çareserkirin, li ser bingehe rastî xelk li ser bingeha xwe wek hemû netew, ol, hêzên siyasî hebûna xwe din hindirê wê de bigre. Ya duyem rola Netewên Yekbûyî divê bi roleke din aktîftir be. Gelek nimûne li gelek welatan çêbûne, me wek pêşniyar jî radestî Netewên Yekbûyî jî kir û me radestî gelek welatan kir, bimînin bi vî rengî ne opozîsyon ne rejîm li ser xalên bingehîn ên destûrê lihev nakin.”

Di heman bernameya Radyoya Rûdawê de, Şiyar Elî, nûnerê Rêveberiya Xweser li welatên Îskandînaviya, aşkere kir ku hin aliyên navdewletî tevlîbûna Rêveberiya Xweser ji bo hewlên prosesa çaresriyê wekî hêz ji bo vê prosesê dibînin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser Şiyar Elî dibêje “Ew kaxeza ku birêz Kamiran Haco pêşkêş kir, ew nîqaş 5-6 hefte berî şerê Ukraynayê heman xal û nîqaş hatin kirin. Qebûlkirineke ji Amerîkiyan û welatên Îskandînavyayê hebû. Ya din jî ev welatîn Îskandînavî bi tyabet dibêjin divê Rêveberiya Xweser tê de amade be. Amadebûna Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyê hêzek e û bandoreke xwe hebe.”

Di dema gera heftemîn de, Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Gier Pedersen li pêş endamên encûmena Asayişa Navdewletî ragihand ku nakokiyên mezin di navbera herdu şandeyên hikûmet û opozisyona Sûriyê de hene. Pedersen bang li herdu aliyan kir ku hewlên cidî bidin ji bo dîtina bingeheke hevbeş ji bo cîbicîkirina biryara 2254, lê her ev ger jî bêencam bidawî hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst