Ahmet Turk û Pervîn Buldan dê peyama Ocalan bixwînin

27-02-2025
RÛDAW
Nîşan PKK Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Heyeta DEM Partiyê Heyeta Îmraliyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zanyariyan peyama Abdullah Ocalan a bi Kurdî ji aliyê Ahmet Turk û peyama bi Tirkî jî ji aliyê Pervîn Buldanê bê xwendin.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir vegeriya Stenbolê.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê  ji bo civîna sêyemîn a bi Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.

Hat zanîn ku hevdîtina heyetê bi Ocalan re bi dawî bûye û heyet vegeriya wê otela ku dê peyama Ocalan lê were xwendin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê peyama bi zimanê Tirkî dê ji aliyê Pervîn Buldan û peyama Kurdî jî ji aliyê Ahmet Turk ve bê xwendin

Li aliyê din nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez eşkere kir ku dê di dema xwendina peyamê de wêneyê Abdullah Ocalan jî bê nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst