Nêçîrvan Barzanî: Ez hêvî dikim ku PKK banga Birêz Ocalan qebûl bike

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn Abdullah Ocalan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê got, “Ez hêvî dikim PKK û hemû aliyên din banga Birêz Abdullah Ocalan qebûl bikin.”

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum dê bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di panelekê de ya bi moderatoriya Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilat axivî.

“Li Tirkiyeyê pêvajoyeke gelekî cidî dest pê kiriye”

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke gelekî cidî dest pê kiriye û wiha bûye ku ji bo tenduristiya Devlet Bahçelî dua bikin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişan li ser banga ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bike û got:

"Ez hêvî dikim PKK û hemû aliyên din banga Birêz Abdullah Ocalan qebûl bikin."

Nêçîrvan Barzanî derbarê rola Herêma Kurdistanê de jî got, "Çi bikeve aliyê me, em ji bo alîkariyê amade ne."

Pêyaman girîng ên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Barzanî yên derketine pêş ev in:

  • PDK û YNK ji bo pêkanîna hikûmetê dan û standinan dikin
  • Em dê hikûmetekê ava bikin ku cihê baweriya xelkê be
  • Divê PDK û YNK hikûmetê ava bikin, helbet dê aliyên din jî tev li bibin
  • Diyaloga me bi hemû aliyên siyasî re heye
    Navê Îraqê "federal" e lê li Bexdayê ji bilî federalîzmê her tişt heye
  • Sîstema Îraqê ne federalîzm e, bi awayekî navendî tevdigerin
  • Em li hêviyê ne ku petrola Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de here Bendera Ceyhanê
  • Tenê mijarên teknîkî mane, Amerîka û Rûsyayê jî ji bo vê mijarê (hinartina petrolê) gelekî hewl daye
  • Ji aliyê Tirkiyeyê ve pirsgirêk nîne
  • Divê Herêma Kurdistanê û pêkhateyên li Herêma Kurdistanê jî ji projeya Rêya Bipêşketinê sûdê bibînin
  • Eger sûda me nebe helbet em dê îtiraz bikin
  • Tirkiye dibêje ev mijara we ye, hûn hel bikin
  • Li Tirkiyeyê pêvajoyeke gelekî cidî dest pê kiriye
  • Wiha bûye ku em ji bo tenduristiyê Devlet Bahçelî dua bikin
  • Ez hêvîdar im PKK û hemû aliyên din banga Birêz Abdullah #Ocalan qebûl bikin
  • Çi bikeve aliyê me, em ji bo alîkariyê amade ne
  • Heyeta Îmraliyê got ku Ocalan dê peyama aştiyê bide
  • Behsa wê jî hatiye kirin ku dê piştî çekdanînê çarenivîsa gerîlayan çawa be lê nabe ku em parve bikin
  • Me tim ev peyam daye birayên xwe yên li Sûriyeyê ku divê Kurd beşdarî pêvajoya siyasî bibin
  • Me gelekî hewl da ku em Kurdên li Sûriyeyê biparêzin
  • Em spasiya Tirkiyeyê dikin ku bi taybetî ji bo taxên Kurdan ên li Helebê bi me re li ser xetê bû
  • Wan gundên me wêran kirin, em kîmyabaran kirin lê em ji holê rabûn? Na, em ji holê ranabin çimkî dozeke me heye
  • Li gorî agahiyên ku Heyeta Îmraliyê dane me, Ocalan dê banga çekdanînê bike

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst