Li gundên Mereşê bi hezaran serî pez di erdhejê de telef bûne

27-02-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Erdhej Mereş Gundên Kurdan
A+ A-

Mereş (Rûdaw) - Li gundên Kurdan li Mereşê û navceyan wê hejmareke zêde ya mer û malatê xelkê di encama erdhejê de telef bûne, beşek zirarên cotkar û ajeldaran ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatiye tespitkirin lê heta niha gellek gund hene ku şandên peywendîdar negehiştinê herwiha li heremê ji bo mer u malatê mayi ka û alaf jî bi dest nakeve.

Erdhejê zerêrên mezin gehande cotkaren gundên kurdan li devruberê mereş u bazarcixe tenê li gundên donika, soxanan û hezeran zêdetirî 500 serê pezî telef bûye.

Ziyandîtî Xelîk Doneklî dibêje “Tenê li gundê me nêzîkî 100 heta 150 serê pezî mir, li gundên jor nêzîkî 500 ser mir, maleke ez dizanim 125 pezên wan mirin. Maleke 100 ser mir maleke 500 ser pez heye le ez nizanim ka çend pezê wan mir axurên me tev herifîn.”

Ziyandîtî İbrahim Guneysu got “Hinek me bi destê xwe anîne der, nêzîkî 30 me bi saxî derxistin lê yên mirî çûn.”

Musa xelkê gundê Donuka ye, wî di erdhejê de 41 serê biznan ji dest daye û niha 54 biznên wî mane lê heta niha jî ka û yem jî negehiştiyê.

Ziyandîtî Musa Guneysu diyar kir “45 biznên min telef bûn axurên me tev xirab bûn gundên me yên din jî axur xirab bûn ajelên me mirin lê şukur kes nemir. Dewletê got em ê alikarî bidin tenê du telîsên kayê dane min ew jî qelişîn û niviya wê şil bûye, dewletê got em ê bidin me jî got dibe ku alikarî bikin lê tenê 2 turikên kayê dane mecbur ez e bistînim ajelên me birçî ne.”

Hikûmeta Tirkiyê ji bo tespitkirina mer û malatê telef bûyî pispor şandine heremê lê heta niha li gellek gundan lekolîn nehatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst