Şewata li Boluyê - Hejmara girtiyan bû 19

27-01-2025
RÛDAW
Nîşan Şewata li Boluyê Girtin Grand Kartal Hotel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna şewata Grand Kartal Hotelê ya Boluyê de 4 kesên din jî hatin girtin.

Li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li lûtkeya Çiyayê Korogluyê yê Boluyê roja 21ê Kanûna Paşîn a 2025an agir bi Grand Kartal Hotelê ket û di encamê de 78 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn.

Serdozgeriya Komarê ya Boluyê 21ê Kanûna Paşîn derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û ew lêpirsîn berdewam dike.

Berî niha di lêpirsîna agirê Grand Kartal Hotelê ya Boluyê de xwediyê otelê Halît Ergul, birêvebirê kompanyayê Emîr Aras, rêvebirê otelê û çend karmendên wê jî di nav de 15 kes hatibûn hatibûn girtin.

Li aliyê din, doh jî di çarçoveya heman lêpirsînê de Alîkarê Serokê Şaredariya Boluyê Sedat Gulener, Birêvebirê Saziya Agirvemirandinê Kenan Coşkun, Birêvebirê Otela Gazelleyê û karmendê saziya agirvemirandinê Îrfan Acar hatin girtin.

Bi vî awayî hejmara kesên ku heta niha hatine girtin gihîşt 19an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst