Li Almanyayê li dijî Tirkiyeyê xwepêşandan hat kirin

26-12-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Hannover Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çû.

Ev çend rojê Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê, di êrişên xwe de navendên xizmetguzariyê, stratejîk, tendurîstî û bazirganiyê dikin hedef. 

Hinek xort û çalakvanên Kurd li bajarê Hannoverê yê Almanyayê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de, ciwanan êrişên Tirkiyê protesto kirin û xwest ku êrişên Tirkiyeyê bêne rawestandin.

Herwiha xwepêşanderan xwest ku devereke dijefirînê li Rojavayê Kurdistanê were pêkanîn.

Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê 3 roj in jêrxaneyên Qamişlo û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin.

Li gorî agahiyan di encama êrişan de li Qamişloyê 8 welatiyên sivîl canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst