Li Almanyayê kesekî ji Qamişloyê ji aliyê zavayê xwe ve hat kuştin

02-03-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê kesekî ve bi kêrê hat kuştin.

Kesê ku hatiye kuştin navê wî Mihemed e û ji gundê Elqosê yê Qamişloyê ye.

Li gorî agahiyên berdest, pirisgirêkeke malbatî di navbera wî û zavayê wî de hebûye.

Zavayê wî di 18 meha derbasbûyî de li gel çend kesên din, banga wî kiriye û biriye cihekî û bi hev re zêdeyî 10 caran kêr li pişta wî dane.

Ji wê demê ve Mihemed li nexweşxaneyê bû û ne li ser hişê xwe bû.

Mihemed duh canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst