Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2019an, hewlên partiyên Bakurê Kurdistanê û HDPê berdewam bûn ji bo ku di warê yekrêzî û yekîtiya netewî de bigihin rêkeftinê û weke eniyeke Kurdî beşdarî hilbijartinan bibin.
Piştî çendîn civîn û serdanan, hejmareke partiyên Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî piştevaniya HDPê kirin. Lê beşek jî beşdar nebûn.
Tevî hebûna hewlên wan aliyên siyasî, hîn jî rêkeftineke rasteqîne di navbera aliyan de çênebûye ku bikaribin bi awayekî yekdeng xebata xwe ya siyasî bikin.
Li Bakurê Kurdistanê hebûna cawaziya îdeolojîk û fikrî ya di navbera aliyên siyasî de, bi taybetî jî di navbera HDP-DBP û partiyên din ên Kurdî de, sedema sereke ye ku di çendîn waran de lihev nekin.
Ligel nakokiyên di navbera wan de, partî û rêxistinên siyasî yên Bakurê Kurdistanê di 2019ê de berdewam bûn li ser hewldanên xwe daku bigihin rêkeftinekê bo pêkanîna Tifaqa Neteweyî li Bakurê Kurdistanê.
Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an de, li beramber Hevpeymaniya AK Partî û MHPê, HDPê cara yekem hevpeymanî ligel 7 partî û rêxistinên Kurdî kir bo hilbijartinan. Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye, Platforma Demokrat a Kurd, Partiya Herêmên Demokratîk, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Însan û Azadiyê, Komeleya Şoreşgêrên Demokrat a Kurd û Heraketa Azadî di jêr sîwana HDPê de beşdarî hilbijartinan bûn.
Ahmet Turk, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji kar hatiye dûrxistin, dibêje, “Ev ne mesele ne ji bo hilbijartinê, ji bo pêşeroja gelê Kurd, siyaseta gelê Kurd ji bo ku di navbera wan de diyalogek çê bibe, ev destpêkek bû. Ev destpêka diyalogê em hêvîdar in li çar perçên Kurdistanê roj bi roj berfireh bibe.”
Li gor rêkeftina navbera wan, li Amedê 3 navçe, li Wanê 1 navçe û li Rihayê jî 1 navçe bo hevpeymanên HDPê hatin diyarkirin, ligel 20 heta 30 kursiyên encûmenên şaredariyan.
Çar partiyên Kurdî ji ber rexne û têbîniyên wan li ser HDPê li derveyî HDPê man û ragihandin ku yekgirtina 7 partiyên Kurdî ligel HDPê ne pêkanîna eniyeke Kurdî ye.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) bi slogana ne qeyûm û xendek û berbest, Tifaqa Neteweperwer û Demokrat pêkanîn û bi berbijêrên serbixwe beşdarî hilbijartinan bûn.
Partiya Maf û Azadiyan û Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur piştgiriya berbijêrên serbixwe yên Tifaqa Neteweperwer û Demokrat kirin.
Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PAKê, diyar dike, “Ji niha ve me derzek li vê bêdengiyê, derzek li vê rekrengiyê, derzek li aliyekê li zexta dewletê û aliyekê jî li zexta HDPê ku dibêje ‘yê ne ji min hevalê dewletê ye’ daye.”
Li Bakurê Kurdistanê ji xeynî HDP û HUDA-PARê mafê ti partiyeke Kurdî nebû beşdarî hilbijartinan bibin, HUDA-PAR beşdarî hilbijartinan nebû û berevajiya salên derbasbûyê bi awayekî fermî piştgiriya xwe bo Hevpeymaniya AK Partî û MHPê ranegihand.
Partiyên Kurdî li beramber danîna qeyûman bo ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê AK Partiyê ve û herwiha girtin û desteserkirina siyasetmedar û çalakvanên Kurd, yekhelwêst bûn.
Partiyên Kurdî bi slogan "Yekîtiya Neteweyî" kampanyayek bo pêkanîna yekrêzî û yekdengiya Kurdan li Tirkiyê dan destpêkirin û li Amedê civiyan.
9 partiyên Kurdî roja 6ê Kanûnê di civîneke çapemeniyê de ew xal eşkere kirin ku di civînê de li ser gehiştibûn rêkeftinê.
Partiyên beşdar wiha bûn:
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratî (KCK), Komeleya Şoreşgêrên Demokrat a Kurd (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Heraketa Azadî û Partiya Mirov û Azadî.
Ligel ku hatibûn vexwendin, nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) beşdarî civînê nebûn.
Her 9 partiyên Kurdî li beramber metirsiyên jinavçûna zimanê Kurdî, bi rêya Platforma Zimanê Kurdî li ser hewldanên xwe berdewam in daku li Tirkiyê ligel zimanê Tirkî, zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî li Tirkiyê.
HDPê cara yekem hevpeymanî ligel 7 partî û rêxistinên Kurdî kir
PDK-T, PDK, DBP, KKP, Partiya Însan û Azadî, DDKD û Heraketa Azadî di jêr sîwana HDPê de beşdarî hilbijartinan bûn
Li Amedê 3, li Wanê 1 û li Rihayê jî yek navçe bo hevpeymanên HDPê hatin diyarkirin
20-30 kursiyên encûmenên şaredariyan ji hevpeymanên HDPê re hatin veqetandin
Çar partiyên Kurdî ji ber rexne û têbîniyên wan ên li ser HDPê li derveyî hevpeymaniyê man
PAK û PSKê Tîfaqa Neteweperwer û Demokrat pêkanîn
PDK-Bakur û HAK-PARê piştgiriya berbijêrên Tîfaqa Neteweperwer û Demokrat kirin
HUDA-PAR beşdarî hilbijartinan nebû
Partiyên Kurdî li beramber danîna qeyûman bo ser şaredariyan yekhelwêst bûn
Bi slogana "Yekîtiya Neteweyî" kampanyayek bo pêkanîna yekrêziya Kurdan li Tirkiyê dan destpêkirin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse