Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe li Zap-Avaşînê ragihand

26-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê  ragihand ku li devera navçeya Amediyê ya Duhokê 2 leşkerln wî welatî hatine hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne. Herwiha li Cudî ji bi birûskê cerdevanekî canê xwe ji dest da.

Operasyonên Artêşa Tirkiyê ku yên ji meha Nîsanê îsal ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên li nav sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, berdewam in.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de 2 leşkerên artêşa wî welatî li nava sînorê Herêma Kurdistanê di şerê li hember gerîlayên PKKê de hatin kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li aliyê din ve hat ragihandin ku di operasyona li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê de cerdevanê bi navê Agît Oran (26) bi lêdana birûskê jiyana xwe ji dest daye.

Duh jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû, li navçeyên operasyona Pençe Kilîd a di nav axa Herêma Kurdistanê de, 3 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatin kuştin û ligel vê yekê hejmar bo 5 leşkeran zêde bû.

Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsanê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîd li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê daye destpêkirin û operasyon heta niha berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst