Germahiyê bandor li zebeşên Amedê kir: Dê êdî dil û hinavan hênik neke

26-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Zebeşê Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zebeşê Amedê bi tama xwe navdar e û havînan dil û hinavan hênik dike.

Germahiya zêde ya îsal bandoreke xirab li zebeşê Amedê jî kiriye.

Li gundê Simaqiyê yê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê cotkar ji bo parastina berhemê xwe ji ber germahiyê neçar in hinek tedbîran wergirin.

Cotkarekî bi navê Elî Kaya derbarê bandora germahiyê ya li ser zebeşan got:

“Zebeşên me bi awayekî asayî ji germahiyê hez dikin lê ji ber germahiya zêde em zebeşên xwe bi giya û keskahiyê dipêçin û wan diparêzin.

Her ji ber vê rewşê em demjimêr 4 û nîv, 5ê sibehê avdana wan dikin.”

Germahiyê bandor li girbûna zebeşan jî kiriye

Salên borî ji her zeviyekê zêdetirî 60-70 zebeşên zêdetirî 30 kîlogramî dihatin rakirin.

Tê pêşbînîkirin ku ji ber germahiya zêde îsal ew hejmar dê 10 heta 15an dakeve.

Ehmed Oz ê ku ew jî cotkariyê dike anî ziman:

“Payîzan hewa çiqas hênik be ew bêhtir gir dibin. Havînan gir nabin. Îsal germahî hinekî zêde bû.

Em ji ber germahiyê zebeşan vedişêrin. Zebeşên Amedê ji germahiyê hez dikin lê îsal germahiya zêde ji wan re nebaş bû.”

Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya bajêr sala borî li ser 27 hezar dekar zeviyên Amedê 112 hezar ton zebeş hatibûn rakirin.

Îsal jî li ser 30 hezar dekar erd ev berhem hatiye çandin û tê pêşbînîkirin zêdetirî 150 hezar ton zebeş bên berhemanîn.

Cotkar dibêjin îsal ji ber germahiya zêde dibe ku ew nikaribin berhemê par jî bişînin bazaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst