Êlih: 5 kes di bîrekê de bi jehrê ketin

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li  navçeya Qubînê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 5 kes di bîrê de bi jehrê ketin.

Li gorî zanyariyan, li gundê Bimerê yê navçeya Qubînê dînamoya ava vexwarinê ya bîreke xera bû.

5 welatiyên bi navên T.Ç, M.G, U.G, H.G. û M.G ji bo temîrkirina wê dînamoyê daketin hundirê bîrê lê bi gazên di hundirê bîrê de bi jehrê ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez  (AFAD) çûn cihê bûyerê û her 5 gundî ji bîrê derxistin.

Timên tenduristiyê, gundiyên ku ji ber gaza bîrê de bi jehrê ketibûn rakirin Nexweşxnaya Dewletê ya Qubînê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst