Li Efrînê komên çekdar 7 welatiyên Kurd girtin

26-08-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ye, 7 welatiyên Kurd hatin girtin.

Li gundê Remedan a ser bi navçeya Şiyê ya Efrînê, polîsê ser bi Tirkiye welatiyek bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtin, hevdem li gundê Dêr Siwanê yê ser bi nahyeya Şera ve jinek girtin, herwiha li gundê Qirzîhil ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê 5 kes bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, ew heft welatiyên Kurd li nahyeyên Şiyê, Şêrawa û Şera yên Efrînê hatine girtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye, li gundê Remedan a ser bi nahyeya Şiyê ya Efrînêve polîsê leşkerî yê ser bi Tirkiyê ve welatiyek bi tohmeta “peywendiya li gel Rêveberiya Xweser” girtine, herwiha li gundê Dêr Siwanê yê ser bi nahyeya Şera ve jinek girtine.

SOHR, herwiha daye xuyakirin, komên çekdar li gundê Qirzîhil ê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê ve jî 5 kes girtine. Li gor heman çavknaiyê, ew 5 kes bi wê yekê hatine tohmetbarkirin ku “têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re” hebûye.

Girêdayî binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê, grûpa Feyleq el-Şam li gundê Kibaşîn ê ser bi nahyeya Şêrawa ve welatiyek êşkence kirin ji ber ku mala xwe radest wan nekiribû daku bikin baregeheke serbazî.

Roja 24ê Tebaxê jî, polîsê leşkerî yê ser bi Tirkiyê ve welatiyek ji gundê Til Cibîn li navçeya Şehbayê li bermaber 4 hezar dolaran berdabûn, ku berê bi tohmeta “peywendiya li gel Rêveberiya Xweser” girtibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst