Welatiyekî Efrînê mala xwe kiriye muzexane

17-07-2023
RÛDAW
Hin parçeyên kevnar ên di muzexaneya Şiyar Mihemed de li Efrînê.
Hin parçeyên kevnar ên di muzexaneya Şiyar Mihemed de li Efrînê.
Nîşan Efrîn Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî Efrînê beşek ji mala xwe kiriye muzexane û dibêje, "Min hezar û 300 parçeyên dîrokî kom kirine."

Welatiyekî Kurd li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi armanca parastina kevneşopî û çanda herêmî, gelek kelûpelên kevnar di mala xwe de diparêze û beşekî mala xwe veguheriye weke muzexaneyekê.

Navê wî welatiyê han Şiyar Mihemed Çeqelî ye, ku beşek ji mala xwe ya li gundê Maratê yê Efrînê kiriye muzexane.

Şiyar Mihemed, di mala xwe de gelek parçeyên kevnar ên Efrînê parastine.

Şiyar ji Rûdawê re dibêje, wî ji sala 2007an ve dest bi komkirina parçeyên kevnar kiriye, gelek parçe ji mala bapîrê xwe anîne, gelek jî kirîne û hinek parçe jî heval û dostên wî bi diyarî dane wî ji bo ku di muzexaneya xwe de biparêze.

Şiyar herwiha dibêje, ew gelek ji tiştên kevnar û dîrokî hez dike, lewra jî ew hewl dide parçeyên dîrokî li mala xwe kom bike daku wan biparêze.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst