Hûrgiliyên şerê li Licê ku di encamê de 4 kes hatin kuştin

26-08-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Niştecihên herdu gundan jî ji tirsa nikarin ji gundên xwe derkevin
Niştecihên herdu gundan jî ji tirsa nikarin ji gundên xwe derkevin
Nîşan Amed Lîce Bakurê Kurdistanê Celika Pîrika Ezîz Canturk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Licê ji ber pirsgirêkeke li ser zeviyan şer di navbera du malbatan de derket û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li navçeya Licê ya bi ser Amedê ji ber nelihevkirina li ser zeviyan di navbera gundiyên Celika û Pîrikê de şer û pevçûn derket. Di encamê de 4 kesan canên xwe ji dest dan, 2 jê bi giranî bi giştî 5 kes birîndar bûn. Rûniştvanên Licê ji mayka Rûdawê re axivîn û li hemberî van kuştinan nerazîbûn nîşan dan.

Rêyên gundên Celika û Pîrika li ser Licêya Amedê bêdeng in. Gundiyên herdu gundan jî ji tirsa nikarin ji gundên xwe derkevin. Ji derve jî kes newêre biçe van gundan.

Lewre ji ber zeviyên gund di navbera du malbatên herdu gundan de şer û pevçûn derket û di encamê de 2 jê ji Celika û 2 kesan jî ji Pîrikê canê xwe ji dest dan. Di şer de 2 jê bi giranî 5 kes jî birîndar bûn.

Yek ji kesê ku hatiye kuştin jî muxtarê gundê Celikayê Ezîz Canturk e. Civata Komeleya Muxtarên Licê îro bê Ezîz digere. Komeleya muxtaran ji bo ku herdu malbat li hev bên û zêdetir kes neyên kuştin komîsyonek ava kir. Ew ê hewl bidin ku pêşî li kuştinên din bigrin.

Bedrî Kazat, Serokê Komeleya Muxtarên Gundên Licê dibêje, “Ji bo ku em vî agirî bitefînin em ê bi muxtaran re civînan çêkin. Heta ji destê me bê, em naxwazin ji îro û pê ve zêde bibe. Em ê hewl bidin ku bikevin dewê û pêşiya van kuştinên nû bigrin. Înşela ji îro û pê de zêde nabe.”

Li çayxaneyên Licê jî mijara sereke ev du roj in kuştina gundiyan e. Şêniyên Licê naxwazin bi kuştinên wiha bikevin rojeva bajarên din. Lewre hûn ji kîjan rûniştvanî bipirsin li dijî kuştinê ye.

Hemwelatiyê bi navê Salih Yildiz ku teqawîd e dibêje, “Wileh niheq in. Mirov ji ber pereyan birayê xwe nakuje. Pere diqede lê însanetî naqede.”

Temîrkar bi navê Firat Çaglayan jî diyar dike, “Bila hev nekujin. Kuştin baş nîn e.”

Hosteyê Firinê Bekir Yildirim dibêje, “Bila nekujin yaho çima hev dikujin. Diçin şînên hev, dawetên hev, îcab nake.”

Dikandar Baran Şahîn jî radigihîne, “Em tiştên wisa ne dixwazin, ne qebûl dikin û ne jî dixwazin ku însan bêne kuştin.”

Di 4ê meha pûşpera îsal de jî li navçeya Çinarê ya Amedê ji ber zeviyan şerekî dijwar qewimîbû. Di encama şerê li ser zeviyan de li vê navçeyê jî 3 kes hatibûn kuştin 2 jê bi giranî bi tevahî 11 kes birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst