Hewlêr (Rûdaw) – Şewata li çiyayê Cûdî ku ji ber êriş, topbaran û operasyonên artêşa Tirkiyê dest pê kiriye heta niha jî berdewam e û agir bi beşeke zêde ya daristanên Cûdî ketiye. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê jî dibêje, “êriş ne tenê li ser gelê Kurd li ser erdnîgariya Kurdistanê jî heye” û diyar dike, “Li pêş çavê gelê Kurd xwezaya Kurdistanê dişewitînin.”
Ji ber operasyonên artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ku 14ê Tîrmehê ve destpê kir, di encama topbarankirina çend cihan de, agir bi beşeke daristanên çiyayê Cûdî ketiye û zirareke mezin gihiştiye zevî, bax û bostanên xelkê.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz derbarê şewatên li çiyayê Cûdî de ji Rûdawê re axivî û amaje bi pirsa Kurd kir ku “her tim bûye sedema zext û zordariya dewletê li ser gelê Kurd” û dibêje, êriş “ne tenê li ser gelê Kurd li ser erdnîgariya Kurdistanê jî heye.”
Parlamanterê HDPê balê dikişîne ser siyaseta dewletê û operasyonên artêşa Tirkiyê li herêm û bajarên Bakurê Kurdistanê ku dibêje, di encamê de “4 hezar 500 gundên Kurdan hatine valakirin ji salên 1990î ve û piraniya wan jî hatin şewitandin û wêrankirin. Her wextî bi taybetî bi destê dewletê, bi destê leşkeran daristanên me tên şewitandin.”
Huseyîn Kaçmaz qonaxa piştî sala 2015an ku proseya çareseriyê têk çû û salên 90î berawird dike û dibêje, “Ji salên 90î xerabtir, dîsa şewat, operasyon û zext û zordariyê dest pê kir. Wateyên vê yekê hem di warê dîrokî û hem di warê civakî de hene. Ango di salên 90î de çawa gund vala dikirin, niha jî dîsa ew konsept xistine meriyetê.”
Di dewama gotinên xwe de li ser sedema şewatindina daristanên çiyayê Cûdî jî parlamenterê HDPê dibêje, “Bi topbaran, firoke, helîkopteran bi rengekê şewat li wan navçeyan dest pê dike Ev yek bi qestî tê kirin. Dixwazin wê devera derdora çiya bê mirov bihêlin. Hewl didin ku ew xelkê vegeriyane ser gundên xwe wan gundan dîsa vala bikin. Zext û zordariyeke mezin li ser xelkê wan navçeyan heye. Herwiha dijmintiya li hember gelê Kurd, li hember erdnîgariya Kurdistanê jî li wir xuya dibe. ”
Huseyîn Kaçmaz aşkere dike ku dawîn şewata li çiyayê Cûdî 4 roj û 5 şev e berdewam dike û dibêje, “Di encama wan şewatan de bi hezaran ajel dişewitin û sirûşta deverê tê têk birin û ti ajel jî nikarin li wan deveran bijîn. Lêbelê rayedarên dewletê qet rêgiriyê li şewatê nakin. Nahêlin xelk jî wî agirî vemirînin. Dema em xwe digîhinin wan, an bersiv nadin an jî ‘dibêjin em nikarin ji ber operasyonê’. Yanî di rastiyê de qebûl dikin ku ew şewat ji aliyê leşkeran ve hatiye derxistin. Li pêş çavê gelê Kurd xwezaya Kurdistanê dişewitînin.”
Parlamenterê HDPê amaje bi wê dike ew hesasiyeta li hember şewatên li daristanên bajarên Tirkiyê tê nîşandan li daristanên bajarê Kurdistanê nayê nîşandan û dibêje, “Dewleta Tirkiyê par dema şewatê li daristanên Yunanê dest pê kir, got, ‘em amade ne ji bo alîkariyê û şandina helîkopterên agirkujiyê', lêbelê ew helîkopterên ku bo Yunanê hene ji bo Kurdistanê, ji bo çiyayê Cûdî nînin.”
Herwiha parlamenterê HDPê tekeziyê li ser wê dike ku ew hem li parlamentoyê û hem jî di nav raya giştî de çi ji destê wan bê hewl didin bikin ku rêgiriyê li şewatên çiyayên Kurdistanê bikin.
Huseyîn Kaçmaz li hejmara xwe ya Twitterê jî vîdyoyeke derbarê şewata li çiyayê Cûdî belav kir û ragihand ku aliyên peywendîdar li hember wê şewatê bê helwest in û rê nadin xelk jî wê şewatê vemirînin.
Cudi gece gündüz yanıyor. Yetkililer yangına kayıtsız kaldığı gibi yangına müdahale eden yurttaşlara müdahale ediyor.#CudiYanıyor pic.twitter.com/YeXHW6aVdp
— Hüseyin Kaçmaz (@avhuseyinkacmaz) July 25, 2020
Li aliyê din parlamenterê HDPê ew raporta ku ji aliyê wan ve derbarê şer, pevçûn û şewatên li çiyayê Cûdî û Gabarê hatiye amadekirin ji Rûdawê re şand ku tê de hatiye diyarkirin;
Roja 5ê Hezîranê li herêmên Deriyê Cebraîl, Deriyê Sefîna Cudî, Lawikê Xerîb, Çelge ve Xwîşk û Bira yên çiyayê Cûdî bi beşdariya leşker û cerdevanan operasyon hatiye encamdan û şer û pevçûnan rû daye.
Roja 16ê Hezîranê li gundên Dader û Hesena ser bi Silopiyê ve li çiyayê Cûdî şewat derketiye û berdewam e û li wê deverê kalekolek hatiye çêkirin û ti destwerdanek bo vemirandina agir nayê kirin.
Roja 22ê Hezîranê, piştî kuştina 4 kesan di encama teqînekê de li ser rêya ku kalekol dihat çê kirin, li bejahiya gundên Sorbitnê, Bêşêrê, Girê Çolya û Hesena yên li quntara çiyayê Cûdî operasyonek hatiye encamdan.
Roja 25ê Hezîranê li devera Deriyê Cebraîl a çiyayê Cûdî şewatekê dest pê kiriye ku ji aliyê leşkerên ji operasyonên vedigeriyan hatiye derxistin û ew şewat nehatiye vemirandin.
Roja 26ê Hezîranê şewata li çiyayê Cûdî ku sedema derketina wê nayê zanîn di demjimêrên êvarî de ber bi gundê Sorbitmê ve belav bû, lê gundiyan bi derfetên xwe şewat kontrol kirin.
Roja 20ê Tîrmehê jî li devera Nevava li çiyayê Cûdî şewatekê dest pê kir û heman rojê di encama topbarana leşkerên Tirkiyê ji qereqola Akdîzgin li çiyayê Gabarê jî şewat derketiye.
Her li gor raporta HDPê amade kiriye, roja 21ê Tîrmehê demjimêr 10.47 di encama topbarana artêşa Tirkiyê li çiyayê Gabarê agir bi 3 cihan ket û herî zêde herêma Deriyê Fileh yê Gabarê dişewite.
Li gor wê raportê şeva 20ê Tîrmehê jî, li çiyayê Gabarê di encama şewata ku ji Stationiyayê Polîsê Akdizgîn ê li gundewarê rojavayê bajêr hat çêkirin de, şewatek daristanî dest pê kir.
Li gor raporta hatiye amadekirin roja 21ê vê mehê di encama topbarana rejîma Îranê de jî agir bi çiyayê Şaho ket û derbarê Cûdî û Gabarê de jî hatiye diyarkirin ku bo dema 5 rojan e ew herêmên dişewitin û gelek ajel telef bûne.
Hatiye diyarkirin ku li daristanên li herêma çiyayê Cûdî li hember bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê jî şewat derketiye.
Li gor raporta hatiye amadekirin, zêdetirî 10 avahîyên kalekol li herêma çiyayê Cûdî qediyane û “di heman demê de komkujiyên daristanan bi mehan berdewam in” û hatiye diyarkirin, “Kirîna daran li gundên Cifane, Gundikê Remo, Gilindor û Nêvava dest pê kir. Rojane bi dehan maşîne ji bajarên daran tê şandin li bajarên nêzî sînorê Rojava wek riha û Dîlok.”
Di raportê de hatiye diyarkirin, “Ji aliyek ve, sedemên ewlehiyê û ji aliyê din ve, qutkirina daran ku wekî amadekariyên nebatê yên germ li herêmê têne çêkirin nayê asteng kirin. Eger ew dijberî hev bibin, gundî bi zexta leşkerî re rû bi rû ne.”
Herwiha hatiye ragihandin, “Dê santrala tîrêjê were avakirin Welatiyê ji Cifan ragihand ku, "Minareya komirê ya ku bi Avgamasya(Toptepe) re dest pê kiriye li herêmê berdewam dike ta ku Roboskî di binê Uludere de ye," Ji me re tê gotin ku piştî ku termînal qediyan, dê qada daristanê ya li dora wê hilweşe. Tê xwestin ku li Nêvava deverek mezin a kehrebayê were çêkirin, ku qada daran berdewam dike. Wekî ku di santrala germî ya li Silopî de, ew ê mirov û xwezayê ji vir bêhêvî û poz bimînin.”
Artêşa Tirkiyê hefteya derbasbûyî li herêma çiyayê Cûdî li dijî gerîlayên PKKê bi navê ‘Birûsk – 1’ dest bi operasyonekê kiribûn û şer û pevçûnan rû dabûn û herêmên çiyayê Cûdî bi tundî hatibûn topbarankirin.
Parêzgariya Şirnexê jî berî wê operasyonê li 23 gundan "herêmên ewlekariyê yên taybet ên demkî" li herêmên gundewarên ser bi navenda bajêr û navçeyên Cizîr û Silopiyê ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse