Li çiyayên Cûdî û Gabarê qedexe hat ragihandin

09-04-2024
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gabarê Cûdî Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çûna deverên çiyayên Cûdî û Gabarê yên parêzgeha Şirnexê 15 rojan qedexe ye.

Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku çiyayên Cûdî û Gabarê wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin û çûna wan çiyayan heta 15 rojan qedexe ye.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku qedexe 10ê Nîsana 2024an dest pê dike û dê heta 24ê Nîsana 2024an berdewam bike. 

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgiriya li tawan û her pêşhateyeke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê herwiha hişyarî daye welatiyan ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin deverên çiyayên Cûdî û Gabarê.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûn û hatinê tên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst