Nêçîrvan Barzanî bo Parlamentoyê: Çavdêriya proseya yekkirina Hêza Pêşmerge bikin

26-05-2022
RÛDAW
Nîşan Destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî PDK YNK Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima derçûnê ya Koleja Leşkeriya Duyem a Zaxoyê bû. Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku bi hûrî çavdêriya proseya yekkirina Hêza Pêşmerge bike.

Li navçeya Zaho ya Duhokê îro Pêncşemê 26ê Gulana 2022an merasîmek ji bo derçûyên dewreya 27an a 2emîn Koleja Leşkeriya hat lidarxistin. Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, nûnerên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, nûnerên welatên ku li Herêma Kurdistanê nûnertiya wan heye û berpirsên leşkerî beşdar bûn.

Merasîma îro ya derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Zaxoyê bi Sirûda Netewî ya Kurd 'Ey Reqîb' hat destpêkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima derçûnê ya Koleja Leşkeriya Duyem a Zaxoyê de belgeya derçûnê da efserên beşdar di xûlê de.

“Ji PDK û YNK dikim destwerdana di karûbarên Pêşmerge de rawestînin”

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de dubare bang li PDK û YNKê kir û got, “Wek daxwazeke xelkê Kurdistanê û wek pêdiviyeke niştimanî, wek erkê xwe yê yasayî daxwaz ji PDK û YNK dikim destwerdana di karûbarên Pêşmerge de rawestînin.”

Nêçîrvan Barzanî got, “Destwerdana partiyan di karûbarên Pêşmerge de rê li ber pêşkeftina wê digire û wiha dike ku tim metirsî hebe Pêşmerge bikin beşek ji nakokiyên xwe, ew jî metirsiyeke ciddî ye li ser proseya demokrasî, yekrêzî û yekîtiya Herêma Kurdistanê.”

“Daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê dikim bi hûrî çavdêriya proseyê bikin.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha li ser rola Parlamentoya Kurdistanê anî ziman, “Xelkê Kurdistanê daxwaza hevgirtin û yekbûna Hêza Pêşmerge dike, lewra daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê dikim wek nûnerê xelkê, bi hûrî çavdêriya proseyê bikin. Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê hatiye avakirin ne ji bo parastina partiyan.”

Nêçîrvan Barzanî li Koleja Serbazî ya Zaxo diyar kir ku Pêşmerge heta niha bi çekên sade û sivik lê bi fedakariyeke mezin û bi xwîna xwe gelek qehremanî nîşan dane û destanên pir mezin tomar kirine.

Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Cihê keyfxweşiyê ye Koleja Serbazî ya Zaxoyê di asteke herî bilind de ye li ser asta Iraqê û Serok Barzanî her ji roja ewil ve giringî daye avakirina vê koleja serbazî.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand, niha êrîşên DAIŞê zêde bûne û ew rêxistin bûye metirsî li ser Herêma Kurdistanê. Ji bo rûbirûbûna DAIŞê pêdivî bi karê pir alî heye.

Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir û anî ziman, “Di dema şerê DAIŞê de Pêşmerge hêzeke serekî bû di têkoşîna li dijî wê rêxistinê de û Hêza Pêşmerge hêza parêzer a Kurdistanê ye û beşek e ji sîstema berevaniya Iraqê.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku piştevaniya bo Pêşmerge ji aliyê hikûmeta Iraqê û Hevpeymanan ve ji hemû deman bêtir pêwîst e û daxwaz kir ku di warê rahênan û dayîna çekan de bêtir alîkariya Pêşmerge bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişand ser beşdarbûna pêkhateyan di nav Hêza Pêşmerge de û got, “Hêvîdar im di xûlên dahatû de em hejmareke zêdetir ji xwîşk û birayên xwe yên Krîstiyan, Tirkmen û Kurdên Êzdî bibînin.”

Roja Yekşemê 22ê Gulana 2022an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke pilebilind serdana Silêmaniyê kiribû û gelek civîn û hevdîtin ligel aliyên siyasî pêk anîbû. Nêçîrvan Barzanî her wiha beşdarî di merasima derçûna efserên xûla 6 a efseran û xûla 16 a Pêşmerge li Kolêja Serbazî ya Qela Çuwalan a Silêmaniyê de kiribû û bang li PDK û YNK kiribû ku destê hizbî ji ser Pêşmerge bikşînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst