Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê piraniya xelkê cejn li malên xwe kirin

26-05-2020
RÛDAW
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê piraniya xelkê cejn li malên xwe kirin.
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê piraniya xelkê cejn li malên xwe kirin.
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cejna Remezanê li bajarê cuda yên cîhanê û li welatên Îslamî di rewşeke cuda ji salên berê de birêve çû, dîmenên bajarê Şamê jî ne cuda bûn, ji ber ku di encama rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê de cadeyên Şam a paytextê Sûriyê vala bûn, herwiha li Rojavayê Kurdistanê, piştî nimêja cejnê li mizgvtan, xelkê berê xwe dan goristanan û fatîhe li ser miriyên xwe xwendin, hevdem daxwaza yekrêziya nav mala Kurdî kirin.

Li Şam a paytexta Sûriyê tevî ku Cejna Remezanê ye, cadeyên bajêr ji ber qedexeya çûn û hatinê ku bi sedema pandemiya koronayê hatiye ragihandin, ji xelkê vala ne.

Herwiha îsal li Şamê nimêja cejnê li Mizgevta Mezin a Omewî jî nehat kirin. Ji tirsa belavbûna vîrusa Koronayê xelkê li malên xwe nimêja cejnê kirin, lê beşekî xelkê serdana goristanan kirin û fatîhe li ser miriyên xwe xwendin.

Hevdem park û bajarên lîstikan jî ji zarokan vala bûn, zarokan nikarîbûn bi kêfa xwe wek her sal bi cilûbergên xwe yên cejnê biçin derve bigerin û demek xweş bi hev re derbas bikin.

Lê li bajarê Idlibê ku di jêr kontorla grûpa Tehrîr Şam de ye, tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê nehatin wergirtin, xelkê cejna xwe wek her sal li Idlibê kirin,  xelkê bajar û koçberên bajarên din ên Sûriyê ligel Tîma Şûr aheng li meydana saetê gerandin, herwiha piştî nimêja cejnê nimêjkeran serdana goristanan kir û Fatîh li ser miriyên xwe xwendin.

Hevdem zarokên Idlibê bi kêfa xwe çûn parkan û dema xwe ligel lîstikan qedandin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, piştî nimêja cejnê li mizgftan, xelkê berê xwe da goristanan û Fatîhe li ser miriyên xwe xwendin, hevdem daxwaza yekrêziya nav mala Kurd kirin.

Li Sûriyê jiber Rewşa aboriya xerab, virusa Korona û rewşa debara rojane ya zêde zehmet û têkçûna nirxê lîreyê Sûrî bandoreke zêde nerênî li ser dabûnerîtên cejna Remezanê ya îsal çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst