Rêveberiya Xweser 50 jin û zarokên DAIŞiyan radestî Tacikistanê kirin

26-04-2024
Nîşan Rêveberiya Xweser DAIŞ Vegerandin Tacikistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 50 jin û zarokên DAIŞiyan ên xelkê Tacikistanê radestî şandeyeke ji welatên wan kirin.

Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser hesabê xwe yê fermî ragihand ku 17 ji wan jin û 33 ji wan jî zarok in.

Li gorî daxuyaniyê, ew 50 kes li Kuwêtê radestî şandeya Tacikistanê hatine kirin.

Tacikistanê Gulana 2023yan jî 104 welatiyên xwe vegerandibûn ku 31 jin û 73 zarok bûn.

Herwiha sala 2022yan jî 146 jin û zarok vegerandibûn.

Niha li kampên Hol û Rojê yên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran malbatên DAIŞiyan hene ku ji 60 welatên cuda ne.

Rêveberiya Xweser ji hikûmetên wan welatan dixwaze ku welatiyên xwe bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst